Rewşa jinên Sûriyeyê bû mijara çalakiyên 25'ê Mijdarê 2025-11-19 15:31:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên 25´ê Mijdarê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê de rewşa jinên li herêmên dagirkirî hat vegotin û hat gotin ku ji bo parastina mafên jinan pêwîstî bi avêtina gavên şêneber heye.   Çalakiyên 25´ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin" dewam dikin.   Li bajarên Qamişlo, Dêrik, Çilaxa, Reqa, Tebqa û Helebê bi boneya 25´ê Mijdarê rêzeçalakiyên wekî semîner, civînên girseyî û panelên bi armanca xurtkirina hişyariya civakî û piştgiriya hewlên parastina jinan û bihêzkirina wan hatin lidarxistin.   Qamişlo    Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, îro li Parka Xwendinê ya Qamişloyê bi amadebûna nûnerên ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl panelek li dar xist.   Cîgira Meclisa Jinan Neşmî Temo û berdevka meclisê Meram El Elî panel bi rê ve bir, hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Qamişloyê Welîde Îsmaîl semîner nirxand.   Welîde Îsmaîl feraseta tundiya li dijî jinê nirxand û diyar kir ku berxwedana li dijî tundiyê ji vegerandina peywendiya mirovî bi rêya xwestin, nivîsandin, diyaloga hebûnê, avakirina civakên li ser bingeha beşdarbûn û hevgirtinê dest pê dike.   Welîde Îsmaîl  anî ziman ku tundî ne diyardeyek awarte ye, lê mîraseke civakî û dîrokî ye ji ber hegemoniya baviksalarî û jevxistina nirxên hevkariya mirovî heta roja îro hatiye. Pêwîstiya wê bi destpêkirina xebatên wekheviyê di nava her du zayendan de heye.   Welîde Îsmaîl destnîşan kir ku berxwedana li dijî tundiyê ji azadkirina hişmendiyê dest pê dike. Ew yek bi rêya xwendina dîrokê ji nêrîna hevkarî, jevxistina zimanên hegemonîk di çanda rojan de, bicihanîna têkiliyên li ser bingeha azad û berpirsiyariyên hevbeş li hundirê malbat û civakê, pêkan e.   Welîde Îsmaîl da zanîn ku pêwîstî bi jinûve avakirina rêxistinbûyînên civakê heye, ku xwe bispêre hevpemanên zewacê, civakên xwecihî û nirxên pêşengiya hevbeş û aboriyê.   Girêdayê vê yekê, Welîde Îsmaîl di nîqaşa xwe ya li ser mijara yasayê di parastina jinan de diyar kir ku divê yasa li gorî nirxên exlaqî bin, ji bo ku venegerin alavên çewisandin. Li kêlek wê jî girîngî da xurtkirina civakî û fikrî ya jinan, avakirina saziyên adilane li gorî çaksazîkirin û berpirsiyariyê û pêşxistina tûrên piştevaniya aborî yên serxwebûna jinan.   Welîde Îsmaîl behsa rola akademiyên jinan (Jineolojî) ya jinûve nivîsandina dîrokê ji vîzyona jinan, zanist ne tenê di destê mêran de be û jin di avakirina nirxên nû yên civakê de aktîv bin, kir.   Di berdewama axaftina xwe de Welîde Îsmaîl anî ziman ku şikandona keysbaziya desthilatê bi pêkanîna pransîba hevserokatiyê di tevahî saziyan de dest pê dike.   Tundiya fîzîkî, heqaret, tundiya dîjîtal, tundiya cinsî, tundiya aborî, tundiya malbatê, zewaca temenbiçûk û tundiya civakî.   Di panelê de amaje bi wê yekê hat kirin ku bi hezaran jinên li cîhanê di nav de jî jinên ji Rojava di berdêla azadiyê de jiyana xwe da weke Bêrîtan, Zîlan, Sara, Leyla Fîdan, Hevrîn Xelef û hwd.   Panel bi nîqaşên beşdaran wekî rêbazên sînodarkirina tundiyê, xurtkirina rola jinan di avakirina civaka demokratîk a li ser hevkarî û edaletê de, bi dawî bû.   Heleb    Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star li taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek bi zimanên Erebî û Kurdî da. Endama rêveber a komîteyê Mune Kibik û endama kongreyê Zehra Hemo daxuyanî xwend.   Di daxuyaniya kongreyê de soza berdewamkirina têkoşînê hat dubarkirin û xwişkên Mîrabel weke sembola têkoşîna li dijî tundiyê ya li ser jinê hat bibîrxistin. Di daxuyaniyê de bal li ser rewşên jinan li Sûriyeyê, bi taybet li herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin weke revandin, girtin, îkence, tundiya cinsî û malbatê, hat kişandin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêka jinê beşa bingehîn a demokrasî û edaletê ye û her xebateke ji bo guhertinê bêyî misogeriya mafên jinan û beşdariya wan a aktîv bi ser nakeve.   Komîteyê bi rêya daxuyaniya xwe ji civaka navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û nûnerên dîplomasî ev daxwaz kirin:   Ji bo entegrekirina peymanên navneteweyî - bi taybetî Peymana CEDAW û biryara 1325´an a Konseya Ewlekariyê - di nav qanûnên Sûriyeyê de ji bo misogerkirina wekheviya tevahî zext bê kirin.   Piştgirîdayîna destpêşxeriyên jina ên ku hewl didin aştiyê ava bikin û xurtkirina beşdariya siyasî û civakî ya jinên Sûriyeyî   Xurtkirina bernameyên hişyarî û perwerdehiyê yên ku jinan bihêz dikin da ku mafên xwe biparêzin.   Destekdayîna destpêşxerêyên xwecihî yên bi pêşengtiya jinan ji bo rûbirûbûna tundî û cudakariyê.   Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ev bone ne rojek tenê ya ji bo têkoşîna dijî tundiya li ser jinan e, lê pabendbûna berdewam heta pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê ji bo tevahî jinan e.   Çilaxa    Kongra Star ji xelkê bajêr û gundewarê wî re li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi bamadebûna girse û endamên rêxistinên sivîl û siyasî civînek li dar xist.   Di civînê de endama Kongra Star Emel Şemdîn bi boneya 25´ê Mijdarê peyamek da û behsa sedemên tundî, bandor û cureyên wê hat kirin. Emel Şemdîn destnîşan kir ku ev diyarde ne nû ye, lê ev bi avabûna mentiqê dewlet û desthilatê re derket.   Emel Şemdîn da zanîn ku tundî ne tenê li dijî jinan, lê li dijî binesaziya civakê bi giştî ye, bi wê re rûbirûbûna vê pirsgirêkê li ser milê tevahî civakê ye.   Di dawiyê de Emel anî ziman ku jin bi saya perspektîfên Rêber Apo êdî di hemû warên jiyanê de roleke teware di avakirina civakê de dilîzin.   Dêrik    Kongra Star li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê semnîner der barê şêweyên tundiya li dijî jinan û rêbazên rûbirûbûna wê da.   Di semînerê de hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Zelûx Bekir destnîşan kir ku pêwîstî bi pêkanîna azadiyê ji tevhaî jinan re heye, divê jin werin xurtkirin ku roleke aktîf di tevahî waran de bilîzin.   Semîner bi pêwîstiya belavkirina hişmendî û xwegihandina tevahî jinan, bi dawî bû.   Tebqa   Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê têkildarî tundiya li dijî jinan, şêweyên wê û bandorên wê li ser civakê semînerek da.   Semîner li hola goristana şehîdan bi amadebûna endamên meclisê, dayikên aştiyê, nûnerên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê hat dayîn.   Di semînerê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Weid Mihemed û endama Nivîsgeha Meclisê li ser girîngiya bilindkirina asta hişmendiyê di tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan de axivî û got têkoşîna dijî wê gaveke bingehîn di avakirina civakeke azad de ye.   Semîner bi diruşmêna "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.   Kobanê    Kongera Star a Kantona Firatê sermîner ya bi dirûşma "Bi hev re em civateke demokratîk û komunal ava dikin de ku tundiye bi dawî bikin” li hola navenda PYD`ê ya bajarê Şêranê bi amadebûna bi dehan şêniyên Şêranê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jin, li darxist.   Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre sermîner ji aliyê Hevseroka kar û barên Civakî a Kantona Firatê Felek Yûsif û Parêzer Şahîn El Elî ve hate dayîn.   Di semînerê de hate diyar kir ku bi hezaran salan jin li hemberê tundiyê tên. Em jî Divê bi berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin û li dijî tundiyê ber bikin bend û tundiyê ji holê rakin.     Pişte endamên Çand û Hunera Baqî Xido şano ji bo 25`ê Mijdarê hat pêşkêşkirin.   Hesekê    Girêdayî mijarê, Kongra Star a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, ji bo xurtkirina rola mêran di têkoşîna li dijî şêweyên tundiya civakî de meşek ji bo mêran li dar xist.   Meş ji pêş avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajêr bi amadebûna bi dehan mêran, berzkirina diruşmên şermezarkirina tundiya li dijî jinê dest pê kir. Mêr di kolana giştî ya bajêr re ber bi Parka Rêber Apo ve çû.   Li Parka Rêber Apo, endamê PYD´ê Mihemed El Xilêf axivî û got: "Hîna tundiya li dijî jinan rê li ber pêkanîna wekhevî, geşepêdan, aştî û mafên jinan digire. Bêyî sînordarkirina tundiya li dijî jinan geşepêdana mayînde pêk nayê. Em her tim hewl didin ku jinan di warên jiyanê de bikin bingeh."   El Xilêf anî ziman ku beşdariya wan firsetek e ji bo xurtkirina hişmendî û guhertina reftarên neyênî yên wergirt.   El Xilêf di dawiyê de bang li tevahî mêran kir ku bi awayekî cidî li dijî tundiyê bisekinin û di kampanyayên hişyarî û piştgiriyê de beşdar bibin.   Meş bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.