Jinan behsa têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê kirin 2025-11-18 11:57:53   AMED - Di xebata hişyarkirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ku li navendên jiyanê ya jinan pêk hat, cureyên tundiyê û ezmûnên jinan ên têkoşîna li dijî tundiyê hatin nîqaşkirin.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya xebatên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî dimeşîne, armanc dike ku jin ezmûnên xwe diyar bikin û di warê naskirina tundiyê, danîna sînor û gihîştina mekanîzmayên piştgiriyê de xurt bibin. Di vê çarçoveyê de xebatên hişyarkirinê bi beşdariya çalak a jinan didomin.   Cureyên tundiyê hatin destgirtin   Li Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê di 3 koman de û li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê jî di 2 koman de bi giştî 109 jin beşdarî hevdîtinan bûn. Di xebatan de mijarên wekî "Tundiya Li Ser Jinan", "Cureyên Tundiyê" û "Mekanîzmayên Piştgiriyê yên Têkoşîna Li Dijî Tundiyê" hatin destgirtin. Hate diyarkirin ku tundiya fîzîkî, psîkolojîk, aborî, zayendî û dîjîtal bi awayekî pirralî bandorê li jiyana jinan dike. Tevî jinan hate nîqaşkirin ku tevgerên wekî heqareta devkî, sînorkirina aborî, tehdît, îzolasyon, şopandina bi israr û kontrola dîjîtal beşek ji tundiyê ne.   Jinan têkoşîna xwe vegot   Di rûniştinên ku bi awayekî înteraktîf dihatin meşandin de, jinan cureyên şîdetê yên ku di jiyana xwe ya rojane de rû bi rû dimînin û têkoşîna ku didin parve kirin. Jinên beşdarî xebatê bûn, dema mînakên şîdeta aborî yên wekî astengkirina beşdarbûna wan di jiyana xebatê de û sînorkirina lêçûnên wan digotin, anîn ziman ku barê lênêrîna hundirê malê (zarok, kal, paqijî, xwarin û hwd.) bi giranî li ser wan e û ev jî jiyana wan zehmet dike. Jinan diyar kirin ku dîtina keda wan a nediyar a di nava malê de wekî "karê jinê" û ne-qîmetkirina wê, carinan dihêle ku ew xwe bêqîmet hîs bikin.   Xebatên hişyarkirinê dê bidomin   Xebatên hişyarkirinê yên Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ku armanc dike jin xurt bibin, di rojên pêş de dê li navendên jiyanê yên jinan ên Qûçan, Ben û Sen û Lalebeyê bidomin.