Jin ji bo azadiyê hatin gel hev 2025-11-17 09:38:57   STENBOL - Jinên ku li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi dirûşma "Em di aştî û azadiyê de israr dikin" hatin gel hev daxwazên xwe berz kirin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin, "Bê rêber azadî û jiyan nabe."   Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Jinan a Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Partiya Karkerên Sosyalîst a Şoreşger (DSÎP), Alınteri, Partiya Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Jinên Femînîst ên Sosyalîst jî li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi dirûşma "Em di aştî û azadiyê de israr dikin" Platforma aştiyê ava kirin.  Bi sedan jinan di çalakiyê de hêviyên xwe yên ji bo aştî û azadiyê dubare kirin.   Jinan daxwazên xwe yên aştiyê li ser pankartekê nivîsandin. Li qadê gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û peyama sereke pêwîstiya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, ji JÎNNEWS re axivîn.   'Em ji bo girtiyên siyasî azadiyê dixwazin'   Sevim Kılıç: Em li vir in ku daxwaza xwe ya azadî û aştiyê ragihînin. Em jin her tim ji bo aştiyê amade ne. Em şer naxwazin. Em naxwazin tu ciwan bimirin. Em ne mirina gerîla û ne jî ya leşkeran dixwazin. Em dixwazin girtiyên siyasî serbest werin berdan. Em dixwazin ku wekîlên me ji zindanê werin berdan. Em dixwazin ku Selahattin Demirtaş were berdan. Daxwaza me zelal e: jiyaneke wekhev û azad ji bo aştiyê ye."   Peyama têkoşînê   Nebiye Aydoğan: "Em dixwazin ku rêberê me were berdan. Êdî bes e. Hemû gel dixwazin û daxwaza serbestberdana rêberê me dikin. Îro, em jin jî vê yekê dixwazin. Divê em li vê qadê bi awayê herî zêde dengê xwe bilind bikin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşînê bidin."   'Baweriya me bi dewletê tune'   Nedret Kalkan: "Em ê her tim ji bo azadiya Rêberê xwe li qadan bin. Divê kes li malê nemîne heta ku azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin. Divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo jinên di girtîgehê de girtî li kolanan be. Jin barekî giran hildigirin. Em jin ji dewletê bawer nakin. Ji dewletê tu hêviyên me tune ne. Baweriya me bi me ye. Em ji Rêberê xwe bawer dikin. Divê jin bibin yek. Divê jin yekîtiya xwe ava bikin û li qadan têbikoşin."   'Bê Serok jiyan nabe'   Emîne Aksoy: "Tenê daxwazek me heye: azadiya Rêberê me. Ger aştî hebe, ew tenê dikare bi Serok re bê. Em ji bo hemû gelan, ji bo zarokên xwe aştiyê dixwazin.  Bê serok jiyan nabe. Em azadî û aştiyê dikxwazin."   Gulbahar Avci: "Em serokatiya xwe dixwazin. Em gerîlayên xwe dixwazin. Em ê serokatiya xwe ji girtîgehê derxînin. Em ê mafên xwe bi dest bixin."   Jiyana Komunal   Ayhan Ay: "Ev pêvajo li gorî ruhê aştî û demokrasiyê ye. Armanca jinan ew e ku aştî û demokrasiyê bi dest bixin. Heta ku jin azad nebin civak jî azad nabe. Dirûşma me rizgariya jinan û aştî ye. Em, jin, ji bo vê yekê têdikoşin. Dema rêxistinbûn û hevgirtina bêkêmasî ye. Hevgirtin jiyanê misoger dike. Armanc û hedefa me ev e: Li hemû deveran, bi taybetî di nav jinan de, civatek komunal û jiyanek komunal bi cih kirine. Têkoşîna me dê di vî alî de berdewam bike."