Hejmara nû ya Jin Dergî derket 2025-11-16 09:08:11     NAVENDA NÛÇEYAN-  Jin Dergî vê hefteyê bi mijara komkujiya Dêrsimê derket.   Kovara heftane Jin Dergî ku heftane derdikeve hejmara xwe ya 142yemîn de  bi manşeta “Dewlet, bîr û înkar: Dêrsim ji nû ve xwendin”  (Devlet, hafıza inkar: Dêrsim’î yeniden okumak) derket pêşberî xwendevanên xwe.    Nivîsên di kovarê de cih digirin ev in:   Dema amadekariya komkujiyê de nefreta ku ji raporên  der barê jinên qizilbaş de  derketiye holê/ Bedriye Poyraz   Jinên çiyayên bêdeng: Rûyê Dêrsimê yê nehatiye dîtin/ Songul Morsunbul Tarhan   Tertele- Seyît Riza/ Yuksel Mutlu   Ev perwerde ji bok ê ye? Şukran Demîr   Tasfiyekirina destkeftiyên jinên kurd: Rûyê rejîma qayiman/ Esra Karadaş Ekîncî   Ji keştiyên temaşekirî ber bi bingeha avakar: Komara demokratik û jin/ Salîha Aydenîz