Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Têkoşîna hevpar divê 2025-11-13 16:56:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Şirnex, Wan, Mêrdîn, Mêrsîn û Mûşê çalakiyên cuda hatin lidarxistin û jinan di çalakiyan de banga têkoşîna hevpar kirin.    Di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan a Navneteweyî li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin û peyamên têkoşîna hevpar a jinan hat dayîn.    Şirnex   Li bajaroka Deştadarê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Eedamên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredara bajaroka Deştadarê Halîme Îlçîn û gelek jinên ji bajaroka Deştadarê di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê li dijî qirkirina xwezayê berû çandin. Jinên ku li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn, heya Çiyayê Spî meşiyan û li vir destpêkê berû dan hev. Piştî berhevkirina berûyan jinan bi tevr û bêran erd kola û berû çandin. Jinan bi qasî 500 heb berû çandin û du re diruşmên, ‘jin jiyan azadî’ û ‘Xweza jiyan e, jiyanê nekuje’ berz kirin.   Wan   Meclîsa jinan a Şaredariya Tuşbayê starta çalakiyan da û berê xwe dan taxa Gaziyê. Di çalakiyê de belavokên ku danasîna Navenda Jiyanê û Piştevaniya Jinan a Hebûnê tê kirin li taxê hatin belavkirin. Di belavkirina belavokan de jinan behsa têkoşîna li dijî tundiyê kirin û banga têkoşîna hevpar kirin.    Mêrdîn   Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, şitlên berûyan hatin çandin. Çalakiya ku li Girê Berûyê yê li ser Rêya Kale Kume Evleri ya li navenda navçeyê bi pêşengiya Şaredariya Şemrexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin. aktîvîstên TJA'yê hevşaredar, hevserok û gelek jin beşdarî bernameyê bûn.    Mêrsîn    Di çarçoveya 25'ê Mijdarê, de, Platforma Jinan a Mêrsînê serdana Dayikên Aştiyê kir. Parlamentera Mêrsînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Perîhan Koca jî ligel wan bû. Di dema serdanê de, jinan li ser çawaniya peşwazîkirina 25'ê Mijdarê nîqaş kirin. Piştî vê yekê, Platforma Jinan banga beşdarbûna meşa li dijî îstismara madeyên hişber û fihûşê di 16'ê Mijdarê de kir.   Mûş   Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya atolyeyên ku di bin navê "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" de hatine destpêkirin de li Mûşê bi jinan re civiya. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî atolyeyê bûn ku li Mala Sersaxiyê ya Şaredariya Mûşê hate lidarxistin.