Jinên li Firatê tundî û riyên xweparastinê nîqaş kirin 2025-11-13 15:46:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ya kantona Firatê bi wesîleya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin, komxebata ‘Li hember tecrîdê û tundiya li ser jin kom bibe’ lidarxist.   Yekîtiya Jinên Ciwan ku di 8’ê Cotmehê de dest bi pêngava ‘Kom bibe’ kirin, îroj di rêzeçalakiyên vê pêngavê de komxebatek di çarçoveya Roja Cîhanî a li Dijî Tundiya li ser Jin birêxistin kir.   Di komxebata ku li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido de hat li darxistin de, bi dehan jin û ciwan, Yekîneyên Parastin Jin (YPJ), xwendekar, Kongra Star û hwd amedebûn. Komxebat li ser du mijarên sereke hat birve birin, di destpêkê de tecrîda ku li ser rêberê gelê Kurd Abdullah tê meşandin û pişt re jî tundî û têkoşîna li hemberî wê hat desgirtin.   Li gor bernameya komxebatê, perspektîf û nirxandinên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin xwendin. Piştre li ser dîroka roja 25’ê Mijdarê û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tundiyê sînevzyonek hat pêşandan. Her wiha dayîka têkoşer Şîlan Kobanê, Fatma Silêman jî ku di salên 80’î de Ocalan dîtiye, bîranîn û hevdîtina xwe vegot. Di heman demê de perespektîf li ser tundiya ku bi pergalî li ser jinan tê meşandin jî hat xwendin.   Li aliyekî din ji aliyê rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ya kantona Firatê Dunya Ebdî, Rêveberiya Mala Jin ya kobanê Şemsê Ehmed û Fermandariya YPJ’ê Emîra Mihemed rojevên komxebatê nirxandin pêşket.   Herî dawî jî beşdervanên komxebatê nêrînên xwe parve kirin.   Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîtan Roj, li ser girîngiya xebatên wan û armanca pêngava ku didin meşandin nêrîna xwe anî ziman.   ‘Xwegihandina asta Rêber Apo hêvî dike armanca me ye’   Bêrîtan Roj bi van gotinan behsa komxebatê kir: “Di asta kantona Firatê de weke Jinên Ciwan me xebateke xwe ya di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava ji bo Rêber Apo da meşandin.  Naveroka komxebatê jî li ser îşkence û tecrîda ku bi salên dirêj e li hember Rêber Apo tê meşandin, her wiha girêdayî 25’ê Mijdarê jî tundiya ku li ser jinan tê meşandin û têkoşîna li hember wê jî me girt dest.”   Bêrîtan Roj da zanîn ku ew ji bo avakirina hevaltiyeke rast bi Ocalan re têdikoşin û got: “Weke jinên ciwan armanca me ewe ku em bi riya vê xebatê û bi giştî vê pêngavê bidin diyarkirin ka em dixwezin bi çi rengî bi Rêbe Apo re bijîn û hevaltiyeke çawa pêşbixin. Ji xwe Rêber Apo teqez dike ku hêza jina rêxistinkirî heye ku li ser piyan bisekine, biaxive û hebûna xwe bide diyarkirin. Têkoşîna me jî ev e ku em jî xwe bighînin vê asta ku Rêber Apo destnîşan dike. Heger rojeke were û em Rêber Apo bibînin, em dixwezin ku weke jinên Rêber Apo behsê dike wî pêşwaz bikin. Lewra jî xwedî derketina li keda Rêber Apo, emê bikarbin vê awayî nîşan bidin û hevaltiyeke rast ava bikin.”