Dê li Bakirkoyê Kursiya Aştiyê bê danîn 2025-11-12 15:53:08   STENBOL - Dê di 16'ê Mijdarê de li Bakirkoyê Kursiya Aştiyê tê danîn. 9 saziyên ku çalakî organîze dikin banga tevlîbûnê li jinan kirin.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê, Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM), Partiya Karkerên Sosyalîst a Şoreşger (DSÎP), SYKP, Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Femînistên Sosyalîst bi dirûşma "Em di aştî û azadiyê de bi isra in" dê di 16'ê Mijdarê de saet 14'an de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê Kursiya Aştiyê datîne.    Bername dê bi lêxistina erbaneyê dest pê bike û jinan derbarê azadiya jinan û hêviya xwe ya aştiyê bi axifin.    Di metna ku îmzeya 9 saziyan heye de wiha hat gotin: "Jin di vê têkoşînê de bi tenê nînin; em bi hev re jiyan, aştî, hêvî û azadiya xwe hembêz dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku daxwazên xwe yên ji bo aştî û azadiyê li ser kursiya Aştiyê bînin ziman û bi hev re aştî û azadiyê ava bikin."   Di heman demê de ji hêla TJA'yê ve li taxa Demîrkapi ya navçeya Bagcilarê esnaf hatin ziyaretkirin. Di serdanan de aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel axivî û got: "Di hevdîtina ku tê kirin de armanc pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin ku dewlet gavên şênber bavêje. Her wiha di 16'ê Mijdarê de Kursiya Aştiyê dê bê danîn û em ê li vir bi jinan re daxwazên xwe binîn ziman. Em ji wir banga tevlîbûnê li hemû jinan dikin.2   Her wiha Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî daxuyand ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe li dar dixin û banga tevlîbûna Kursiya Aştiyê hat kirin.