Rojnameger Sevda Perihan Erkilinç hat tehlliyekirin 2025-11-12 13:56:20      STENBOL - Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç di rûniştina yekem a doza ku bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tê darizandin de serbest hate berdan.   Yekem rûniştina doza ku rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç beriya 1'ê Gulanê di serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin û di 2'yê Gulanê de hatibû girtin û bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Gelek jin, rojnamevan û nûnerên saziyan beşdarî rûniştinê bûn. Sevda Perihan Erkilinç û parêzerê wê li dadgehê amade bûn. Rûniştin piştî tespîta nasnameyê dest pê kir.   Biryara tehliyeyê   Piştî beyanan, dozgeriyê daxwaz kir ku agahiyên winda yên di dosyeya dozê de werin çareserkirin û binçavkirin berdewam bike. Dadgehê biryar da ku Sevda Perihan Erkilinç bi şertê kontrola edlî were tehliyekirin.