Xemsariya ber bi mirinê ve bir vegot! 2025-11-10 10:23:03   Elfazî Toral   STENBOL - Şewata li Ravive Kozmetik a li navçeya Dîlovasî ku derket bû sedema mirina şeş kesan ku di nav wan de zarok jî hebûn. Karmenda berê ya Ravive Kozmetîk, Hilal Yîlmaz ku bertek nîşanî negirtina ewlehiyê da got, "Du zabita tên, şûşeyên parfûmê didin wan û ser mijarê tê girtin. Dewlet dê ser vê jî bigire."   Di 8'ê Mijdarê de, li kargeha dagirtina parfûmê ya Ravive Kozmetik a li Taxa Mimar Sinan a Dîlovasiya Kocaeliyê, şewt derket. Di encama şewtê de du zarok û çar jinan jiyana xwe ji dest dan. Heft kesên din jî birîndar bûn. Navên kesên ku mirine wiha ne: Cansu Esatoğlu (16), Nisa Taşdemir (17), Tuğba Taşdemir (18), Şengül Yılmaz (55), Esma Gikan, û Hanim Gulek (65).   Piştî şewatê, Mudurê  SGK' ê yê Kocaeliyê, Alîkarê mudurê SGK'ê ,  Mudurê Navenda Ewlehiyê yê Gebzeyê û Mudurê Xebat û Szaziya Kar a Kocaeliyê , Mudurê ÎŞKUR'ê yê Navenda Xizmetê a Dîlovasyiê, Mudurê  ÎŞKUR ê ji CÎMER'ê berpirsiyar  û karmendek ji kar hatin dûrxistin.    Cîgirê Rêveberê Parêzgehê yê SGKê, Rêveberê Navenda Ewlekariya Civakî ya Gebzeyê, Rêveberê Parêzgeha Kocaeliyê ya Ajansa Kar û Kar, Rêveberê Navenda Xizmetguzariyê ya ÎŞKUR Dilovasiyê, Rêveberê Şaxê yê berpirsiyarê ÎŞKUR CÎMERê û karmendek ji kar hatin dûrxistin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Gebzeyê ve hatiye kirin de, sê kes, tevî xwediyê kargehê K.O. û serkarê vardiyayê, hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîn kurtir bû heşt kesên din jî hatin binçavkirin, bi vî awayî hejmara giştî ya kesên hatine binçavkirin gihîşt 11 kesan.   Ligel ku nerazîbûna li ser şewatê berdewam dikir, partiyên siyasî, rêxistinên sosyalîst, sendîka û rêxistinên civaka sivîl bûyer wekî kuştina têkildarî kar bi nav kirin û xwestin ku kesên berpirsiyar werin cezakirin.   Jinên ku berê di heman kargehê de dixebitîn û niştecihên herêmî ragihandin ku kargeh zarokan dixebitîne, karkerên bê sîgorta dixebitîne û bi awayekî dijqanûnî tê xebitandin.   Li gorî raporê, kargeh bê pêlika agir e û korîdorên revê ye, bê amûrên vemirandina agir e.   Hevkareke berê ya kesên ku jiyana xwe ji dest dane Hîlal Yilmaz, li ser bûyerên li şîrketê ji JINNEWS'ê re axivî.   Hîlal Yilmaz bal kişand ser şert û mercên xebatê yên li şîrketê û got: "Ez mehek û nîvê li wir xebitîm. Min dît ku şert û merc pir xirab in, ji ber vê yekê min dest jê berda. Karmendan xwarin nedidan. Hemû jin bi xwarina ku ji malê tînin, xwe têr dikirin. Nîvê karkeran zarokên wan hebûn. Di şert û mercên xirab de dixebitin. Heta navberek jî bêwate dihat hesibandin.   Li vê şîrketê xemsarî hebû û ewlehî tune bû. Min bi wan re heman xwarin xwar, bi wan re heman sifre parve kir, kenîyam û min kêf kir. Ew hemû hevalên min in, xwişkên min in. Ez nikarim wan ji bîr bikim. Ez ê mafên wan biparêzim."   'Hikûmet li ku bû?'   Hilal Yîlmaz behsa kêmasiyên di tesîsê de kir û got, "Ne rêyên derketinê ji bo reva ji agir hebûn, ne hewadank, ne jî amûrên vemirandina agir hebûn. Gelek madeyên kîmyewî anîbûn û cihek tunebû ku meriv biçe an tê re bireve. Ez li wir xebitîm û şert û mercên wir min dîtin. Karsaz bi her kesî re mîna koleyan tevdigeriya. Hemû keçên piçûk bûn... Wî  bi dijqanûnî zarokên 14 û 15 salî dixebitand.Sîgotaya kesekî tunebû, her kes birçî û tî bû. Ji bo çi mirin? Hemû ji ber xizaniyê û têkoşîna ji bo nan mirin. Wê demê hikûmet li ku bû? Ger hikûmet hatiba û lênêrîna van zarokan, van jinan bikira... Çima ev jin mirin? Çima ev zarok neçûn dibistanê û nebûn dozger, dadger, an mamoste? Çi bi serê sêbiyan, dayikan, bavan,  xizanan hat?"   'Du zabit tên, şûşeyên parfûmê didin wan û ser mijarê digirin'   Hilal Yilmaz,  got ku ev komkujiyek bû û wiha dewam kir: "Ew diqîriyan, 'Werin û me xilas bikin!' Em nikarin tiştek bikin; lê me nikaribû yekê ji wan jî xils bikin. Divê di nava civakê de negere. Çima dewletê ji destpêkê ve serdestî  daye wan, çima ewlehî tune bû? Çima kontrol tune bû? Du zabita tên, şûşeyên parfûmê didin wan û ser bûyerê digirin. Dewlet dê ser vê jî bigire. Ger ez derneketibama, dibe ku ez jî li wir bimirama. Çima em li hember vê yekê bêdeng in? Jin her tim tên bindestkirin, nayên dîtin, û dişewitin. Ev sûcê dewletê ye. Ger dewletê çavdêrî bi cih bianiya, ev jin îro li vir nedimirin. Dewlet sûcdar e. Karker li wir mafên wan tunebûn. Em bê gotin in. Ez bang li dewletê dikim: Ev jin û zarokên ciwan hemû ji ber xizaniyê mirin. Ew çûn ji bo têkoşîn nan û bûn xwelî."