Ji Akdenizê peyama 25'ê Mijdarê: Jin azad bibin wê cîhan biguhere ! 2025-11-09 16:29:54     MÊRSÎN – Jinên ku starta 25'ê Mijdarê li Mêrsînê dan gotin, "Em jin li her derê xwe birêxistin dikin da ku li dijî her cûre şer û tundûtûjiyê bibin têkoşerên aştiyê. Ji ber ku em dizanin ger jin azad bibin, cîhan dê biguhere."   Jinên ku starta 25'ê Mijdarê li Mêrsînê dan gotin, "Em jin li her derê xwe birêxistin dikin da ku li dijî her cûre şer û tundûtûjiyê bibin têkoşerên aştiyê. Ji ber ku em dizanin ger jin azad bibin, cîhan dê biguhere." Jinan bi daxuyaniyek çapemeniyê ya li ber avahiya navçeya Akdenîzê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta çalakiyên 25'ê Mijdarê dan. Rêveberên rêxistinên parêzgeh û navçeyên Mersîn û Edeneyê yên  DEM Partî, Hevşaredara Şaredariya Akdenîzê Nuriye Aslan, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê, endamên Meclisa Şaredariyên Akdenîz û Toroslarê û gelek jin beşdar bûn.    Tundûtûjiya li dijî jinan ne takekesî ye   Endama TJA'yê Helin Onuk, ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, tekez kir ku têkoşîna jinan ne tenê bi herêmekê ve sînordar e, lê zêdetirî sedsalek e ku li seranserê cîhanê berxwedan li dijî serdestiya mêran e. Helîn Onuk, diyar kir ku qadên azadiyê yên ku ji hêla jinan ve hatine afirandin niha ji hêla avahiya baviksalar a pergala gerdûnî ve di bin gefê de ne û got, "Ev şêweyên êrîşê li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn pir kûrtir têne jiyîn. Li van axan, mala xwedawendan, jin bi awayekî sîstematîk têne kuştin û mehkûmî tundûtûjî, xizanî û bêewlehiyê têne kirin. Şîdeta li dijî jinan ne hêrsa takekesî ye; ew encama avahîsaziyê ya pergala serdest a mêran e. Polîtîkayên ku bîst sal in têne meşandin armanc dikin ku jinan di malên wan de bihêlin, serxwebûna wan a aborî ji wan bistînin û îradeya wan bitepisînin. Daxuyaniyên 'Sala Malbatê' armanc dikin ku jinan ji qada giştî vekişînin, keda wan nebînin û tundûtûjiya mêran veşêrin.Em jin li her derê xwe birêxistin dikin da ku li dijî her cûre şer û tundûtûjiyê bibin têkoşerên aştiyê. Ji ber ku em dizanin ger jin azad bibin, cîhan dê biguhere."