Ji bo windayan li çar bajaran çalakî 2025-11-08 14:32:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku ji bo pirsîna aqûbeta windayan û daxwaza darizandina sûcdaran hatin lidarxistin de, hat destnîşankirin ku dê têkoşîn heta dîtina windayê dawî berdewam bike.   Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza dîtina windayan û darizandina sûcdaran vê hefteyê jî daketin qadan û çalakiya xwe berdewam kirin.   Amed    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 874'emîn de çalakiya heftane li dar xist. Çalakî wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê, hate lidarxistin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên windayan hatin hildan.   Vê hefteyê serpêhatiya Alî Tekdag ku di sala 1994'an de li Amedê hate windakirin, hate pirsîn.   Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş di çalakiyê de axivî û da zanîn ku Elî ji ber ku Kurd bû her roj polîsan diavêt ser mala wî û got: “19 caran birêmin hat binçavkirin. Ji sala 1994'an ve em li Elî digerin. Dadgeh û polîs dizanin çi hate serê Elî. Lê dibêjin em nizanin. Em heqê xwe ji kujeran re nehêlin. Birê min kuştin û birin avêtin ser rêya Farqînê. Dema ez diçim Farqînê bang dikim û dibêjim; Elî tu li ku yî? Ji şivanan re dibejim gelo we gorekî bêkes neditiye?”   Serpêhatiya windakirina Alî Tekdag ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.   Firat Akdenîz bi bîr xist ku Alî Tekdag bavê 7 zarokan bû û wiha axivî: “Alî Tekdag di sala 1982yan de bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ ye hate binçavkirin û 3 sal di girtîgehê de ma. Ji ber ku her roj polîsan diavêt ser mala wî paşê neçar ma û koçî Îzmîrê kir. Lê di demek nêz de vegeriya Amedê. Piştî vegeriya Amedê gefên polîsan ên li ser Alî Tekdag berdewam kir. Di 12ê Sibata 1993'yan de birayê wî Mehmet Tekdag hat kuştin. Alî Tekdag di 13ê Mijdara 1993an de dema bi hevjina xwe re li Deriyê Çiyê bû ji aliyê 4 kesên di destê wan de telsîz hebû, hate binçavkirin. Alî Tekdag heta roja ku hate windakirin bi giştî 19 caran hat binçavkirin û bi îşkenceyan re rû bi rû dimîne.”   Firat Akdenîz destnîşan kir ku hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê dide lê tu agahî wernagire û got: “Dema Alî Tekdag hat binçavkirin nêzî cihê bûyerê polîsên trafîkê hebûn lê tu tişt nekirin. Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê da lê gotin bûyer nûye paşê were. Piştî 3 rojan her roj çû lê tu agahî nedanê. Seyfettîn Demîr ê ku li gel Alî Tekdag di heman demê hatibû binçavkirin ji rojnameya Ozgur Gundem re axiviye û gotiye; ‘ez bi Alî Tekdag re hatim binçavkirin û Alî Tekdag digota agahî bidin malbata min dê min bikujin’. Lê dozgerî got; tenê dosyeya Seyfettîn Demîr heye lê dosyeya Alî Tekdag tune ye. Endamekî JÎTEMê paşê axivî û gotibû 120 roj îşkence li Alî Tekdag hatiye kirin û paşê wî birine avêtine ser rêya navçeya Farqînê ya Amedê. Malbata Tekdag serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û dadgehê Tirkiyeyê mehkûm kir. Tevî vê yekê jî agahî ji Alî Tekdag nehat girtin.”   Piştî daxuyaniyê ji bo windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.   Êlih    Çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Malbatên Windayan li Êlihê di hefteya 710'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nihat Aydogan ê ku di Mijdara 1994'an de li gundê Dogançay ê navçeya Midyadê ya Mêrdînê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsin.    Rêveberê ÎHD'ê Alî Karadogan çîroka windabûna Aydogan xwend.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Colemêrg    Şaxa ÎHD a Colemêrgê û Xizmên Windayan ji bo hefteya 200'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê kom bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan li ser hat vekirin .Vê hefteyê, xizmên windayan li ser dîtina kujerên Îslam Bartin, Abdulhaluk Geylanî û Engîn Mengeş ku di sala 2005'an de piştî ku ji bo mafên xwe yên demokratîk beşdarî xwepêşandanên li navenda navçeyê bûn, hatin kuştin, sekinin.    Çîroka qetilkirina her sê kesan ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Eren Baskin ve hat xwendin.   Riha    Şaxa ÎHD a Rihayê di hefteya 60'emîn a çalakiya xwe de li ber Parka Novada kom bû û daxwaza dîtina windayan û darizandina sûcdaran kir. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin.   Di çalakiya vê hefteyê de li ser kujerên bav û kur Sadik û Seyîthan Ûlûmaskan ê di 4'ê Kanûna 1997'an de li Amedê hatin windakirin hat sekinandin. Rêveberê ÎHD'ê Mehmet Kiliç çîroka Sadik û Seyithan xwend.