‘Li hember ziman polîtîkayeke qirej tê meşandin' 2025-10-23 09:03:26   Buşra Turan   WAN - Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Aslan der barê êrişên li hember Kurdî axivî û got: “Koleja TED li hember zimanê Kurdî êrîşek qirêj pêk anîn. Em carek din wan şermezar dikin. Li cihekî wek Amedê saziyek wisa tiştekî wisa dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev polîtîkayek qirêje. Ev rewş bi zanebûn hat kirin.”   Li saziyên perwerdehî û qadên cemawerî atengiyên li hember Kurdî li pêş pêşketina demokrasî, wekhevî û aştiya civakî jî dibe astengiya mezin. Koleja TED di rojên borî de di çarçoveya ‘Cejna Zimanê Tirkî de bernameyek pêk anî û  fermana ‘ji bilî Tirkî ziman nayê axaftin’ ya hukumdar Mehmet hat xwendin û vê jî êrîşa nîjadperest a li hember Kurdî carek din anî rojevê.   Hevseroka Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Arîfe Aslan der barê êrişên nîjadperest û girîngiya ziman de axivî.   ‘Pergal zimanê Kurdî qebûl nake’   Arîfe Aslan balkişand ser zor û zehmetiyên li hember ziman û girîngiya têkoşîna ji bo ziman û got: “Kurdî bi gelek  pirgirêkan re tê rû hev. Lê li Bakur Kurdî tê jiyîn, nehat astengkirin zimanê Kurdî divê bibe zimanê  perwerdê û xwedî statu. Ji bo vê divê têkoşîn bê dayîn. Divê gel xwedî li ziman derkeve. Divê civak li her qadê bi Kurdî biaxive. Yên ji zimanê Kurdî hez dikin ji bo vê têdikoşin. Bi meş û çalakiyan di gelek qadan de me xebat meşandin. Pergal zimanê Kurdî qebûl nake. Divê ji ber vê gel xwedî li zimanê xwe derkeve. Têkoşîn tunebe serkeftin jî tuneye.”   ‘Em li dijî pêkanînên faşîzan in’   Arîfe Aslan li ser polîtîkayên zextê yên li ser Kurdî sekinî û ev tişt bi lêv kir: “Koleja TED li hember zimanê Kurdî êrîşek qirêj pêk anîn. Em carek din wan şermezar dikin. Li cihekî wek Amedê saziyek wisa tiştekî wisa dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev polîtîkayek qirêje. Ev rewş bi zanebûn hat kirin. Di Cejna Zimanê Tirkî de ev polîtîkayeke nîjadperest a li hember zarokên Kurd bû. Kurdan ev qebûl nekirin. Li dijî vê sekinin. Em van pêkanînên faşîzan lanet dikin.”   ‘Tu aştî bê ziman nabe’   Arîfe Aslan der barê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî axivî û wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Peywira komîsyona hatiye avakirin eve ku aştiyê pêk bîne. Tu netew bê ziman nabe, aştî jî bê ziman nabe. Bi awayekî sîstematîk li meclîsê dengê Dayikên Aştiyê hat girtin. Li meclîsê dema Kurdî tê axaftin mîkrofon tên girtin. Ev êrîşek li dijî zimanê Kurdiye. Divê ev komîsyon bê alî kar û barê xwe bike. Divê bi baldarî nêzî ziman bibin. Her civak bi zimanê xwe heye. Em Kurd jî bi zimanê xwe hene.”