Festîvala çanda hilberîna kevneşopî li zarokan hate nasandin 2025-10-21 14:23:03     AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMD), ji bo ku çanda hilberîna kevneşopî bi zarokan bide nasîn, "Festîvala Bastêq û Benîyan" lidar xist.   Festîvala Bastêq û Benîyan ji bo danasîna çanda hilberîna kevneşopî li Zarokistana 450 Evler ya Zarokistan Kreş û Navenda Lênêrîna Rojane ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî hat lidarxistin. Hevberdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan, endamên meclisê Canan Efe Şahin û Emra Dogan, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman, zarokên Zarokistanê û zarokên ji Odeya Lîstikê ya Zarokan a Navenda Jiyanê ya Jinan a Qûçan ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û malbatên wan beşdarî vê çalakiyê bûn.   Zarokan rêbazên hilberîna kevneşopî hîn bûn   Armanca çalakiyê ew bû ku mîrata çandî were parastin, rêbazên hilberîna kevneşopî bi zarokan werin nasandin û bîrdoziya hilberînê bi dest bixin. Zarokan, di bin rêberiya dê û bav û mamosteyên xwe de, gûzên ku bi rîs kirin, xistin nava tûşa ku di qazanê de hatiye kelandin û bastêqa gûzan çêkirin. Dû re ji bo çêkirina bastêkê, benî li ser çarşefan hate belavkirin û ji bo ziwakirinê li ber rojê hate hiştin. Di vê pêvajoyê de, zarokan derfet dît ku çanda rezvaniyê û veguherîna tirî ya bi qonaxên cuda re bibe çêjên cuda biceribînin.   'Em çandê dibin paşerojê'   Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman, kêfxweşiya xwe anî ziman ku bi zarokan re ne û got: "Em ji bo ku çanda Kurdî bibin paşerojê û zarokên me vê çandê nas bikin û tevlî jiyana xwe ya rojane bikin, di vê şahiyê de hatin cem hev. Ez spasiya mamosteyên me ji bo keda wan dikim."   Hevberdevkê Meclisa ŞBMD Demet Ceylan jî bal kişand ser girîngiya festîvalê û got: "Em ji bo parastina çanda Kurdî û danasîna wê li zarokan hatin cem hev. Zarok, bi mamosteyên xwe re, gûzan dixin benî û vê kevneşopiyê hîn dibin."