Li zanîngehê çalakiya ji bo Rojînê: Rektor pirs nebersivand 2025-10-20 19:38:42   WAN - Rektor Hamdullah Şevlî, ku gihîşt cihê xwepêşandana xwendekaran a ji bo Rojin Kabaiş, bêyî ku bersiva pirsên xwendekaran bide ji herêmê reviya. Parêzvanên wî yên ewlehiyê êrîşî xwendekaran kirin û li wan dan.   Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê  îro ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojin Kabaiş çalakiya xwe berdewam kirin. Dema ku çalakî berdewam dikir, Rektor Hamdullah Şevlî nêzîkî xwendekaran bû. Piştî ku deh deqeyan bi wan re rûnişt, xwendekaran pirs ji wî kirin. Hamdullah Şevlî red kir ku bersiva pirsên wan bide û hewl da ku bi tîma xwe re ji qadê derkeve. Xwendekaran piştre daxwaza bersivê kirin. Hamdullah Şevlî red kir û ji cihê bûyerê reviya. Di vê navberê de, parêzvanên Hamdullah Şevlî êrîşî xwendekaran kirin û li wan dan.   Piştre xwendekar ber bi avahiya Rektoratê ve meşiyan û dirûşmeyên wekî "Rektor îstifa bike" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.