Banga tevlîbûna meşa 'Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve' hat kirin 2025-10-17 09:03:31   AMED - Platforma Ciwanên Welatparêz ku amadekariya ji bo meşa ku ew ê li Amed û Bûrsayê bi dirûşmeya "Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve" li dar bixin didomînin, banga beşdarbûnê kirin.   Platforma Ciwanên Welatparêz ragihand ku ew ê di 18'ê Cotmehê de li Amed û Bûrsayê bi dirûşmeya "Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve" meşekê li dar bixin. Ciwan amadekariyên meşê didomînin. Meşa li Amedê dê saet di 17:00'an de li ser Pira Alipinar a navçeya Rezanê dest pê bike û heta Birca Ben û Sen a navçeya Sûrê bidome. Piştî daxuyaniyê, dê heta sibehê "Nobeda Azadiyê" were girtin. Dê ji gelek bajaran tevlîbûn pêk bê.    Endama Piştevaniya Ciwanên Azad a Dîcleyê Medya Aslan, derbarê meşê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.   Lêgerîna çareseriyeke demokratîk   Endama Piştevaniya Ciwanên Azad a Dîcleyê Medya Aslan, diyar kir ku Azadiya Rêberê Gelê Kurd Azadiya hemû gelan e û wiha got: "Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya takekesî ye. Ew di heman demê de bingeha wekheviya gelan, lêgerîna çareseriyek demokratîk û edaletê ye. Ji ber vê yekê, armanca meşa me ew e ku em bi tundî daxwaza azadiyê bînin ziman. Azadiya Rêber Apo bingeha çareseriyek demokratîk û mayînde ya pirsgirêka Kurd e. Rêbertî di bingeha ciwanan de ye û wekî ku wî bi berdewamî diyar kiriye, ew pêşengên vê pêvajoyê ne.   Banga beşdarbûnê    Medya Aslan, banga li ciwanan kir ku tevlî meşê bibin û daxwazên xwe bînin ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi ciwanan re pêvajoyek rêxistinkirinê ya dijwar dimeşînin. Em li zanîngeh, tax û qadên civakî bi wan re dicivin, armanca meşê û girîngiya daxwaza aştî û azadiyê ji wan re rave dikin. Di 18'ê Cotmehê de, em ê ji Pira Alipinarê ber bi Sûran ve bimeşin. Em hemû gelê xwe yê welatparêz, bi taybetî ciwanan, vedixwînin ku beşdarî meşa ji bo azadiya fîzîkî ya rêberê gelê me Abdullah Ocalan bibin."