Xwendekaran ji bo Rojin Kabaiş xwepêşandan kirin 2025-10-13 18:35:34   WAN - Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê  ji bo Rojin Kabaiş xwepêşandanek rûniştinê li dar xistin.   Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê  li avahiya rektortiyê xwepêşandanek rûniştinê li dar xistin. Gelek xwendekar beşdarî çalakiya rûniştinê bûn û dirûşmeyên wekî "Rojin Kabaiş serhildana me ye", "Mêr guleyan dibarînin, dewlet diparêze", "Jin, jiyan, azadî", "Rektor îstifa bike" û "Ev xwekuştin nîne, kuştin e" berz kirin.   Xwendekaran diyar kirin ku ew rêveberiya zanîngehê ji bûyerê berpirsiyar dibînin û xwestin ku rektor derbarê bersûcan de tiştekî bibêje.