Li Peyasê seferberiya paqijiyê didome 2025-09-23 10:25:16     AMED - Gerînendetiya Karên Paqijiyê ya Şaredariya Peyasê ku ji serê salê ve kampanyaya paqijiyê dabû destpêkirin, bi armanca afirandina navçeyeke paqijtir, saxlemtir û ewletir, xebatên hişyariya civakî hîn didomîne. Bi beşdariya Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên hevşaredaran, ev xebat bê navber berdewam dike.   Di çarçoveya seferberiya paqijiyê ya vê mehê de, ji Sêrêka Cihanê heta Diclekentê, ji Malên Afetê heta taxa Firatê û hawirdorê navçeyê tev, di qadeke berfireh de xebatên paqijiyê hatin kirin. Hevşaredar li ser riya ji Kolana Fıratê heta Ceylan AVMê beşdarî xebateke paqijiyê ya berfireh bûn. Peyarê, rawestgehên otobusan, binê daran, qeraxên dîwaran û deverên ne li ber çavan bi baldarî hatin paqijkirin.    Di dema xebatan de, hevşaredaran bi welatiyan re li ser karên şaredariyê û paqijiya giştî sohbet kirin, daxwaz û pêşniyarên wan guhdar kirin. Herwiha, wan bang li welatiyan kir û bi daxwaza parastina jîngehê û xwedîderketina li xwezayê gotin: “Ji bo peyaseke paqijtir, divê her kes berpirsyariya xwe bi cîh bîne. Bi hev re em dikarin jîngeha xwe paqij bihêlin û navçeyeke bedew û pak biafirînin.”   Van xebatên Gerînendetiya Karên Paqijiyê ya Şaredariya Peyasê, bi piştgiriya gel re dike armanc ku navçeyê ber bi paşerojeke xweştir û paqijtir ve bibe.