Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket 2025-09-22 11:30:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 301'emîn de bi manşeta “Vegerin welatê xwe” derket.   Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 301'emîn de bi manşeta “Vegerin welatê xwe” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Rojnameyê, di vê hejmara xwe de cih da peyam û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo koçberan. Rojname di manşeta xwe de desnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişandiye ser koçberên ku berê xwe dane Ewropa û xwestiye vegerin welatê xwe.   Rojnameyê di hevpeyvîna vê hefteyê de cih da Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso. Xerîb Hiso, diyar kir ku Tirkiye tevlihe viyê dike naxwaze li Sûriyeyê aştî û demokrasî çê bibe .   Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Mizgîn Ronak, Adar Jiyan, Daxistan Payçû, Felemez Ulug, Hesen Huseyîn Denîz, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Prof. Dr. Abdûlîllah Polat, Sîesta Mîlano, Mehmet Şahîn, Dildarê Amedê û Mehmet Akdogan, bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.   Dîsa rojname, bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe ji mijarên jinan, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, qerfî û civakî bigire gelek mijarên girîng dibîne.