‘Azadiya ji porê jinan vejiya wê patriyarkayê hilweşîne’ 2025-09-16 20:43:41   ÎZMÎR- Li Îzmîrê bi wesîleya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî  daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin: “Em li erdnîgariya rojhilata Navîn li dijî şerên serdestiya mêr, li dijî şerên li hember jinan tê meşandin wê jiyana azad û wekhev ava bikin.Felsefeya vê têkoşînê jî ‘jin jiyan azadiye’.”   Li Îzmîrê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya sêyemîn salvegra qetilkirina Jîna Emînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn. Jin li ber avahiya OSYM ya Alsancakê hatin gel hev û bê navber dirûşme berz kirin. Dayikên Aştiyê, berdevka meclîsa jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk û gelek jin tevli bûn. Jinan dovîzên ‘Azadiya ji porê jinan vejiya wê patriyarkayê hilweşîne’ hildan û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. Berdevka meclîsa jinan a DEM Partî ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç daxuyanî xwend.   Turkan Aslan Agaç da zanîn ku jinên li dijî rejîma serdest serî hildidin hedef tên girtin û got: “Zîhniyeta ku Jîna emînî qetil kir îro li hemû cîhanê maf, jin û destkeftiyên jinan xesp dikin. Jinên li dijî vê serî hildidin hedef tên girtin. Rejîma Jîna qetil kir îro Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Muhammedî bi darvekirinê didarizînin.”   Halîde Turkoglu jî daxuyakirin ku li her çar alî welat jin bi ‘jin jiyan azadî’ li dijî êrîşên desthilatdariya mêr têkşînê wê mezin bikin û got: “Em li erdnîgariya rojhilata Navîn li dijî şerên serdestiya mêr, li dijî şerên li hember jinan tê meşandin wê jiyana azad û wekhev ava bikin.Felsefeya vê têkoşînê jî ‘jin jiyan azadiye.”   Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.