Jinên Koreya Başûr li dijî DYE’yê doz vekirin: Bi zorê fihûş hat kirin 2025-09-14 15:24:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Koreya Başûr zêdeyî 100 jinan ji ber ku ji bo leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi zorê fihûş bi wan dane kirin, li dijî Washingtonê doz vekir. Li gorî daxuyaniya parêzeran, ev doz giliyeke rasterast a ewilî li dijî DYE’yê hatî vekirin e.   Li gorî dîroknasan, ji salên 1950’an heya 1980’an bi deh hezaran jinên ji Koreya Başûr ji bo leşkerên DYE’yê bi destûra dewletê li umûmxaneyan hatin xebitandin. Sala 2022’yan dadgeha herî bilind a Koreya Başûr, hikûm dabû ku hikûmetê ev umûmxane “bi rengekî derqanûnî ava kirin û dan xebitandin” û biryar dabû ku heqê tazmînatê bê dayîna nêzî 120 jinan.   Hefteya borî 117 mexdûr vê carê rasterast artêşa DYE’yê sûcdar kirin û ji bo her yek kesê daxwaza 10 milyon won (nêzî 7.200 dolar) tazmînat û xwestina lêborîna fermî kirin.   Li gorî şahidên di dosyaya dozê de, jin di temenê ciwan de hatin xapandin yan jî bi zorê li van deran hatin bicihkirin.   Li gorî nûçeya AFP’ê yek ji mexdûran got, “Ez 17 salî bûm. Min difikirî ku ez ê bibim barmaid, lê bi zorê fihûş bi min dan kirin. Hate gotin ku deynê min heye û nehiştin ez biçim.”   Jina mexdûr ragihand ku ew timî rû bi rûyê tundiya leşkerên DYE’yê ma, ji ber ku serê xwe netewandiye û ne kenî ye lêdan xwariye, dema di testên nexweşiyê de derbas nebûne bi zorê derzî li wan hatiye xistin.   Artêşa Japon di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi rengekî sîstematîk “jinên konforê” bi kar dianîn, ev yek di rojeva cîhanê de cih girt, lê jinên Koreya Başûr ên ji bo leşkerên DYE’yê dihatin xebitandin, salên dirêj hatin jibîrkirin. Li gorî pisporan sedemê vê yekê ew e ku Washington mutefîkê herî girîng ê Seul bû.