Ji ANKA-DER’ê çalakiya ji bo perwerdehiya zimanê dayikê 2025-09-12 21:53:04   ENQERE - ANKA DER, bi daxwaza “Statû û Mafê Perwerdehiyê bi Kurdî” ji Kizilayê heta Wezareta Perwerdehiyê meşiya. Çalakvanan banga gava ewil a ji bo aştiyê divê zimanê zikmakî di zagonan de bê misogerkirin kir.   Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-Der), bi daxwaza “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” li ber avahiya Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) daxuyanî da. Endamên ANKA-DER’ê, nênerên sazî û partiyên demokratik, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli tevlî daxuyaniyê bûn. Girse li ber avahiya ANKA-DER’ê ya kolana Menekşê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê heta ber avahiya MEB’ê meşiya û bi berzkirin dirûşmeyên, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” meşiyan. Her wiha girseyê dovîzên ku “Bijî zimanê Kurdî”, “Ziman jiyan e” û “Statuya Kurdî” hilgirtin. Girseyê bi pankarta “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e, destên xwe jê vekişînin” li ber avahiya MEB’ê daxuyanî hat da.   Metna daxuyanyê ji aliyê rêvebera ANKA-DER’ê Emîne Oguz ve hat xwendin. Emîne Oguz bi lêv kir ku mafê zimanê Kurdî weke hemû zimanan mafekî xwezayî ye û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoya girîng de jî em dibînin ku astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê nasnekirina zimanê dayikê ye, misogernekirina nasnameya Kurdan e. Me ev hişmendî li rûniştina komîsyonê di bêdengkirina Dayikên Aştiyê de jî dît. Eger ev zihniyet neşikê, xwişk û biratiyeke li ser esasê wekhevî û dadmendiyê pêk nayê; em nikarin qala aştiyeke mayînde bikin. Ji bo aştiyê, divê serê pêşîn zimanê gelê Kurd di zagonan de bê misogerkirin û pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin. Li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo Kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tinekirinê ye. Em naxwazin em êdî li dibistanan nasnameya xwe ji dest bidin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin û statuya Kurdî bê misogerkirin. Rêyeke din nîne.”   Emîne Oguz destnîşan kir ku daxwaza wan a herî bingehîn statuya zimanê Kurdî ye û wiha got: “Nûman Kurtulmuş di axaftineke xwe de gotibû ‘Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ti daxwaz nehatiye’. Ev dereweke mezin e! Ev bi salan e ku em dibêjin em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Nabe ku qedexekirin û asîmîlasyona sed salan ji îro bi şûn de bi heman awayî berdewam bike. Ji bo aştiyê, serê pêşîn lazim e ku maf û hiqûqa gelê Kurd bên naskirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî herî bingehîn ê mirovan e, lewma êdî bêyî nîqaş û paşxistin, lazim e ku ev maf were bicihanîn. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo îro ye, di esasê xwe de ji bo siberoja me ye. Em bi bîr dixin ku nasnekirina statuya Kurdî û astengkirina perwerdeya bi kurdî astengiyên herî mezin in li pêşiya aştiyeke mayînde. Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên Kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê Kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên Kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi Kurdî û misogerkirina statuya Kurdî bi dengekî berz bînin ziman.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.