Ji bo mitînga Kadikoyê bang hat kirin 2025-08-27 13:04:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê diyar kir ku tekane rêya aramî û ewlehiya gelan aşiti ye û got: ‘’Ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî em ê 31’ê Tebaxê roja Yekşemê di saet 15.00’an de li Kadikoyê bin.’’   Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li her kesî kir ku beşdarî mitînga ku wê di 31’ê Tebaxê de were lidarxistin bibe û hêviya aşitiyê mezin bikin.   Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zirarên ji ber şeran rû dane û ev yek hatin gotin: ‘’Şer û pevçûn rê li ber tunebûna bajarên me, jîngehên me û xwezayê, xizaniyê, kedxwariya her ku diçe zêde dibe û koçkirina bi darê zorê ya bi milyonan kesan vedikin.’’   Dewama daxuyaniyê bi vî rengî ye:   ‘’Em li hemberî hemû tovên nefretê ên li seranserê cîhanê hatine çandin û dijminahiya di navbera gelan de hatiye afirandin daxwaza aştiyê dikin. Em dixwazin gel bi awayekî wekhev û demokratîk bijîn.   Li herêma me di serî de Filistîn polîtîkayên Îsraîlê yên tunekirinê bê navber didomin. Li Sûriyeyê gel bi talûkeya komkujiyê re rû bi rû dimînin. Polîtîkayên emperyalîzmê yên li herêmê, tim û tim gelên li Rojhılata Navîn bi gefa komkujiyê re rû bi rû dikin.   Ji bo pêşketina têkoşîna ji bo ku li welatê me gel pêkve û bi awayekî aştiyane bijîn hatiye dayîn, derfeteke dîrokî derketiye holê. Lê belê desthilatdariya siyasî, tevî xala ku têkoşîna aşitiyê xwe gihandiyê jî hewl dide ku atmosfereke ku siyasetmedar tên girtin, desteserkirina şaredariyanberdewam dikin, daraz di çarçoveya berjewendiyên siyasî de tê bikaranîn û gef li azadiya hemû beşên civakî tê xwarin, normalîze bike.   Em weke Hêzên Ked Aşitî û Demokrasiyê yên Stenbolê, ji bo pêşerojeke bêyî şer, bêyî kedxwarî, laîk û wekhev têdikoşin. Em ê li gel hemû kesên ku li ser vê erdnigariyê bi encamên şeran re rû bi rû dimînin, li dijî polîtîkayên şer û tunekirinê têkoşîneke girseyî ya aşitiyê mezin bikin.    Tekane kesên ku ji şeran qezenc dikin, bazirganên şeran in, ew kes in ku li ser pişta gel dewlemend dibin û ew rejîm in ku welatên xwe bi rêya şer û zextê bi rê ve dibin.   Tekane rêya aramî û ewlehiya gelan aşitî ye.   Ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî em ê  31’ê Tebaxê roja Yekşemê di saet 15.00’an de li Kadikoyê bin.   Cihaneke bêyî şer û kedxwarî wê bi destên me were avakirin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mitîngê bibin û vê hêviyê mezin bikin.’’