Dayikên Şemiyê: Ji bo aştiyeke mayinde divê edalet pêk were 2025-08-20 16:19:07   ENQERE - Dayikên Şemiyê ku di Komîsyona Meclîse de axivîn bi lêv kirin ku ji bo aştiyeke mayinde faîlên kesên di binçavan de hatinê windakirin ben dîtin û cezakirin.   Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclîsê civîna xwe ya 5'emîn li darxist. Di civîna 5emîn de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Wakfa Tahîr Elçî, Komeleya Hevgirtina Mazlûman (Mazlûm-Der) hatin guhdar kirin. Civîn bi axaftina Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş dest pê kir.   Piştî axaftinê di rûniştina yekem a civînê de li ser navê Dayikên Şemiyê Îkbal Yarici axivî û anî ziman ku heta bi dîrokê ve rû bi rû neyê hiştin wateya îro neyê fehmkirin û wiha got: “Sedema hatina min a li vir ew ê ku faîlên hemû kesên di bin çavan de hatinê windakirin ben dîtin û edalet pêk were. Birayê min Hayretîn Eren jî di bin çavan de hat windakirin. Tevî têkoşîna me ya edaletê jî edalet pêk nehat û faîl nehatin dîtin. Em jî têkoşîna xwe ya edaletê didomînin û heta edalet pêk were jî wê bidome. Em dixwazin ji dilbûna vê komîsyonê bawer bikin. Heke rastî jî em bixwazin di welatekî demokratik de bijîn divê ew birin bên peçandin. Komîsyoneke em jî di nav de cih bigrin jî divê bê ava kirin.”   Besna Tosun jî diyar kir ku bavê wê jî bi awayekî faîl ne diyar hatiyê windakirin û edalet xwest. Besna Tosûn daxwazên xwe rêz kirin û xwest daxwazên wan derbasî girntekan bibin.”   Dayika Şemiyê Mesude Ocak jî diyar kir ku birayê wê Hasan Ocak jî bi awayekî faîl ne diyar hatiyê windakirin û kujer nehatinê cezakirin. Mesude Ocak jî qala têkoşîna edaletê kir û daxwazên xwe anîn ziman.   Daxwazên Dayikên Şemiyê   Daxwazên hevpar ên Dayikên Şemiyê wiha ne: “*Divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa û Dadgeha Mekazagonê pêk werin.   *Qedexeyên keyfî li ser Qada Galatasarayê bi dawî bibin.   *Bila Komîsyona Heqîqatê di bin baneya vê komîsyonê de bê ava kirin.   *Bila aqubeta kesên di bin çavan de hatinê windakirin be aşkera kirin, cenazê teslîmî malbatan be kirin.   *Faîl bên ceza kirin.   *Windakirina di bin çavan de weke sûce li dijî mirovahiyê were penasekirin û ji bo cezakirinê qanûn ben derxistin. Saziya demboriyê bila nebe amureke bê cezahiştinê be derxistin û edî tu kes di bin çavan de neyê windakirin.   *Aştî ne tenê berdana çekan e. Aştî anî ziman a heqîqet û pêkanîna edaletê ye.   Rûniştina yekem a Civîna Komîsyonê bi axaftinên Dayikên Aştiyê ve didome.