DAKB: Berxwedana civaka êzidî berxwedana me ye 2025-08-02 13:55:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya DAKB'ê ku di salvegera Fermana 74'emîn a li dijî Êzidiyan ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk hat, hat weşandin de hat diyarkirin ku berxwedan ya wan hemûyan e û hat teqez kirin ku hovîtiya DAIŞ'ê bi taybetî jin hedef girtine.   Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) di salvegera Fermana 74'emîn deku civaka Êzidî di 3'yêê Tebaxa 2014'an de pê re rû bi rû ma, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qirkirina sîstematîk a ku DAIŞ'ê li dijî civaka Êzidî pêk aniye bi bîr xist û diyar kir ku bi hezaran Êzidî hatine qetilkirin, jin hatine kolekirin û zarok jî bûne amûra şer.   "Êzidî sembola rûmeta mirovahiyê ne"   Berdewamiya daxuyaniya DAKB'ê wiha ye, "Êzidî, ku bi hezaran salan bi rûmet baweriya xwe jiyanê û tevî hemû cureyên zilm û zordariyê serî netewandine, ne tenê civak an baweriyek in; ew sembola rûmet û berxwedana mirovahiyê ne. Êzidiyan li hemberî êrîşên hov tu carî tawîz nedane nasname û baweriyên xwe û bi her fermanekê re ji nû ve vejiyane û berxwedanek destanî nîşan dane.   DAÎŞ'ê jin hedef girtin   Çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî jinên Êzîdî hedef girtine, Ji ber ku ji bo Êzîdiyan, jin hilgirên jiyanê, bîranîn, rehên wan û çanda wan in. Bi êrîşa li ser jinan, wan xwest ku hemû nirxên Êzîdiyan ji holê rakin. Her wiha  bêdengiya dewletan hevkariya vî sûcê li dijî mirovahiyê nîşan dide.   Li gel hemû zext û zoriyan ne elwiyan dest ji Hak berdan û ne jî Êzidyan dest ji Laleşê berda."