‘Di loqanteya bajar de wê tenê jin bên îstîhdamkirin’ 2025-07-31 09:06:37   Şehrîban Aslan    AMED - Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî got: “Projeya me ya lokanteya bajar heye. Niha didome. Wê tenê jin di wir de bên îstîhdamkirin. Wê tenê jin bixebitin ku di alî aborî de jê sûdê bigirin.”   Şaredariya Farqînê di 2024’an de bi îradeya gel hat hilbijartin û ji qeyûman hat girtin. Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî der barê mijarê de axivî û got qeyûman ji wan re kavil hiştibûn û bi zanebûn tu xizmet ji gel re nehatiye kirin.   ‘Hedefa ewil xebatên jinan bûn’   Sevîm Bîçîcî da zanîn ku beriya hilbijartinan dizanibûn wê ji qeyûman texrîbatek mezin bigirin û wiha dirêjî dayê: “Piştî me şaredarî girt em bi texrîbatê re hatin rû hev. Bi taybet li ser qada jinan texrîbatek mezin hebû. Şaredariyên me jin esas girin. Lê çawa qeyûm hatin jin hedef girtin. Ewil proje û xebatên jinan hedef girtin.”   Sevîm Bîçîcî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî me şaredarî girt em ketin hewldanan. Cihekî ku jin biçinê tunebû. Ji ber şaredarî veguhertibûn cihê mêran. Li vir pergala hevserokatiyê karekî mezin kir. Vê bala jinan kişand. Bi saya vê me xwe gîhand jinan. Bêguman texrîbat pir zêde bûn. Me wek şaerdarî biryar da ku Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Nudem vebikin.”   ‘Me atolye vekirin’   Sevîm Bîçîcî ev tişt bi lêv kir: “Ez li navendê civaknas û xebatkara xizmetên civakî bûm. Jin dihatin navendê dixwestin bi karekî re mijûl bibin. Berê atolyeya xaliyan hebû. Me atolye vekir. Hevalên me ji 2014 heta 2019’an ev alav bi kar anîn. Lê qeyûm hatin ev wêran kirin.Me tamîrata wê kir. Qursa dirûnê heye. Kursa kuafurê  hîna tuneye. Odeya plates û sporê heye. Me bi mamoste re peyman îmze kir.Ligel vê cîhê bîhndanê ya jinên ku ji gund tê jî heye.”   ‘Me kontrola tenduristiyê kir’   Sevîm Bîçîcî anî ziman ku di navbera jinan de anketek kirine û wiha domand: “Jinan daxwaza parqê kir. Xebatên me ji bo vê didomin. Em derfetên xwe didin zorê. Bêguman emê daxwazên jinan bînin cih. Me bi piştgiriya SES’ê re kontrola tenduristiyê ji bo jinan da kirin. Kampanya me ya ‘Em ê tundiyê bi hev re rawestînin’ didome. Projeyên me yên din didomin. Projek me ya parqê heye.  Projeya me ya lokanteya bajar heye. Wê tenê di vê lokanteyê de jin bixebitin. Armanca me ev e ku em bi vê projeyê piştgiriya aborî bidin jinan.”