Li Midyadê bi agirê Newrozê 'Banga sedsalê' hat silavkirin 2025-03-15 13:18:21   MÊRDÎN - Bi hezaran kesên ji netew û baweriyên cuda ji bo Newrozê li Midyadê hatin cem hev, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hembêz kirin û ji dewletê xwestin.   Li Mîdyada Mêrdînê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li qada mîtîngê ya bajêr hate lidarxistin.   Welatiyên ku di ketina qadê de li hev kom bûn, bi defê re demeke dirêj govend gerandin. Gelek kes tevî zarokên xwe bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Polîsan kesên ku şalên kesk, sor û zer li xwe kiribûn rawestandin. Piştî nîqaşa Komîteya Amadekar destûr ji şalan re hat dayîn.   Tevî Suryaniyan, ereb, xiristiyan û êzidî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di Newrozê de stranên kurdî, erebî û suryanî hatin gotin.   Tevlîbûna jin û ciwanan bal kişand. Ji qadê gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, ciwanan dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Agirê Newrozê bi dirûşmeyan hat pêxistin.   Parlamenterê Partiya DEM’ê George Aslan bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi Suryanî berdewam kir. George Aslan bertek nîşanî êrişên li Sûriyeyê yên li dijî elewiyan da. George Aslan, anî ziman ku hemû gelên li Sûriyeyê di bin xeteriyê de ne û modela Rêveberiya Xweser ji bo gelan çareserî ye.   Hevseroka Parêzgeha DEM'ê Nîlûfer Elîk Yilmaz diyar kir ku ji salên 1990'î û vir ve berdêlên mezin ji bo Newrozê tê dayîn û got, "Em ê têkoşîna xwe bidomînin û bîranînên wê biparêzin."   Endamê PM'ê yê DEM PartiyêYuksel Mutlu jî diyar kir, "Birêz Ocalan gavek avêt. Niha jî dor e ku gavên qanûnî bavêje."   Pîrozbahî bi derketina hunermendan li ser dikê bi dawî bû.