Ji bo Newroza Wanê banga tevlîbûnê hat kirin 2025-03-12 12:38:16   WAN - Komîteya Amadekar a Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 19’ê Adarê de were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.    Komîteya Amadekar a Newroza Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 19’ê Adarê de li quntara Keleha Wanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" were lidarxistin, li avahiya DEM Partiyê ya bajar daxuyanî da. Kurdiya daxuyaniyê ji Komîteya Amadekar Husamettîn Kiziltaş û ya bi Tirkî jî Fîgen Çolakoglû xwend.    Husamettîn Kiziltaş, bal kişand ser dîrokçeya Newrozê û got ku agir û meşaleya Newrozê bi hezaran sala ye sembola azadiyê ye. Husamettîn Kiziltaş, wiha domand: “Ev çiraxe bi saya berxwedana gelan heta roja me hat. Di vê pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de pîrozbahiyên Newroza îsal xwedî wateyeke dîrokî ne. Banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de bi raya giştî re hate parvekirin; li welatê me, herêma me û li seranserî cîhanê veguherî banga aştiyeke birûmet. Pîrozbahiyên Newroza îsal jî dê bibin qadên civakîbûna banga aştiyê. Agirê berxwedanê ku bi hezaran sala ye bi destê Kawayan zindî tê girtin, dê îsal ji bo aştiyê gurtir bibe.”    Di berdewamê de Husamettîn Kiziltaş diyar kir ku di meseleya Kurd de polîtîkayên neçareseriyê têkçûne û bi paradîgmayeke nû re ji bo hemû gelan di nava lêgerînên afirandina derfetên aştiyê de ne. Kiziltaş, anî ziman ku dê Newroza 2025’an ji bo hemû gelan, civakan û baweriyan weke cejna neteweya demokratîk pîroz bikin û ev tişt anî ziman: “Li Wanê dê di 19’ê Adarê roja Çarşemê saet di 10.00’ê de li kêleka Keleha Wanê bê pîrozkirin. Em ê vê Newroza dîrokî bi gelê xwe re pîroz bikin. Banga me li tevahiya gelê me ye ku ji bo civakeke demokratîk û azadiyê beşdarî Newroza Wanê bibin. Em li Serhedê dengekî xurt bidin Banga Aştî û Civaka Demokratîk.”     Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê ya Wanê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Parlamenterê Wanê û Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Sînan Çîftyurek û aktîvîsta TJA’yê Fatma Albay dê weke axêver tev li pîrozbahiya Newrozê ya Wanê bibin. Her wiha hunermend Rojda, Arhat û Fîkret Goyî dê derkevin ser dikê.