Salvegera erdheja 6’ê Sibatê:Jibîrkirin tuneye, efûkirin tuneye! 2025-02-05 17:58:35   HATAY - Di duyemîn salvgera erdehejê de li Hatayê meş pêk hat û di meşê de hat diyarkirin ku wê ji berpirsan hesab bê pirsîn û wiha hate gotin: “Jibîrkirin tuneye, efûkirin tuneye, helakirin tuneye.”   Bi wesîleya 2’emîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû, Platforma 6’ê Sibatê ya Hatayê li ber Koordînasyona Defneyê ya TMMOB-KESK’ê li Kocalan Saray meş pêk anî. Hevseroka giştî ya DEM partiyê Tulay Hatîmogullari, Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, Endama Serokên Partiya Çep FEray Aytekîn Aydogan, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz, berdevka TÎP’ê Sera Kadigil, berdevkê SMF’ê Mahrîr Gurz, Serokê TBB’ê Erînç Sagkan, Serokê TMMOB’ê Emîn Koramaz, Serokê Odeya Endezyarên Makîneyê Yunus Yener û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.   Girseyê Bahhur pêxistin û dirûşmeyên ‘Jibîrkirin tuneye, efûkirin tuneye, helalkirin tuneye’, ‘Kes dengê min dibihîze’ meşiyan. Li ser navê Platforma 6’ê Sibatê ya Hatayê Seda Yuce metna hevpar xwend. Seda Yuce da zanîn ku tevî du sal ser erdhejê de derbas bûye hîna pirsgirêk nehatine çareserkirin û got hîna li dijî pirsgirêkên mezin têdikoşin.   Seda Yuce got erdhej tehdîdek xwezayî be jî, sedema karasetan polîtîkayên rantê û pergala kapîtalîste. Seda Yuce wiha got: “Em îro wek gelê Hatayê dengê xwe bilind bikin.  Me soza daye windahiyên xwe jibîr nekiriye. Emê hesab biprisin. Jibîrkirin tuneye, efûkirin tuneye helalkirin tuneye.”   ‘Bila windahiyên erdhejê bên dîtin’   Erdhejzede Behçet Can da zanîn ku peywirdarên cemawerî nehatine dariznadin û tenê hatine hiştin. Behcet Can sozên ku hatine dayîn û nehatine bicih rexne kir û got divê windayên erdhejê bên dîtin.   Li ser navê Platforma Malbatên li Pey Edaletê Done Kaya , têkoşîna edaletê ya dane bibîr xist û got: “ Demên ewil de parçe paçe muteahît hatin girtin û yên nehatin girtin jî reviyan. Tevî d usla derbas bû tenê 189 muteahît hatin cezakirin. Me hema asta lêpirsînan de dserlêdan kirin. 9 mehên ewil em mijul kirin. Dozger guherîn. Dawiya salekê de dozên me  hatin vekirin. Di du salan de yek peywirdarekî cemawerî nehat darizandin. Em ê têkoşîn axwe didomînin. Ji bo darizandina peywirdarên cemawerî em têkoşîna xwe didomînin.” Piştî daxuyaniyê çalakî bidawî bû.