Arîn Întîkam ya piştî birayê xwe tevli têkoşîna azadiyê bû…

  • 09:04 11 Îlon 2026
  • Portre
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Arîn Întîkam ku piştî birayê xwe Mehmet Halîl Durmuş tevli têkoşîna azadiyê bibû, berê xwe da çiyan, herî zêde ji hevaltiya PKK’ê bi bandor bû.
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER), ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li bajarên cuda bîranîn hatin lidarxistin. Bi hezaran kesî serdanên şînan kirin. Yek ji bajarên ku şîn lê hat danîn navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Di 26-27 û 28’ê Tebaxê de şîn hat danîn û ji hemû bajaran sersaxî hat kirin.
Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dabû û navê wê hatibû aşkerakirin Emîne Durmuş (Arîn Întîkam) bû. Emîne Durmuş ji tevlibûna PKK’ê ya birayê xwe bandor dibe û di roportajê dida de jî diyar dikir ku hevaltiya gerîlayan bandorek mezin li ser wê kiriye.
 
Dayika Emîne Durmuş, Hatîce Durmuş ku bi salan di têkoşîna Dayikên Aştiyê de cih girt keça xwe wiha vegot.
 
‘Ji terza gerîlayan bi bandor bû’
 
Hatîce Durmuş diyar kir ku bi keça xwe Emîne Durmuş re wek heval bûye û wih agot: “Emîne li dibistanê pir sekeftî bû. Digot ez ê bixwînim. Em diçûn gund wê demê gerîla dihatin. Emîne ji terza wan bi bandor dibû. Ji wekheviya jin û mêr bandor bibû. Em ji gund vegeriyan keça min jî guherî. Nedihişt ez tu tiştekî bikim, wê dikir. Emîne pir jîr û serkeftî bû. Fikrên wên li gorî temenê wê pir pêşketi bû.”
 
‘Li pey birayê xwe çû’
 
Hatîce Durmuş da zanîn ku kurê wê Mehmet Halîl Durmuş (Întîkam Derwêş) jî tevli PKK’ê bûye û got keça wê ji birayê xwe bandor bûye. Hatîce Durmuş wiha anî ziman: “Beriya Emîne biçe, hinek xizmên me kurê min di televîzyonê de dîtibûn. Li ser vê Emîne bi saetan li pêş televîzyonê sekinî ji bo birayê xwe bibîne. Nedît û digiriya. Ew jî li pey birayê xwe çû. Çûyîna keça min pir zehmet bû. Şehadeta wê hîn bêhtir giran bû.”
 
 
Hatîce Durmuş wiha bi lêv kir: “Navê gelek kesî hat aşkerakirin û keça min jî di nav de bû. Hêviya min nemabû. Bi salan bû me agahî jê negirtibû. Keça min di 20’ê îlona 2014’an de çû. Ji roja çû me agahî jê negirt. 12 salên wê tije dibin. Me di qedexeyên Cizîrê de agahiya kurê min girt. Li Şengalê jiyana xwe ji dest dabû. Qe nebe cenaze û gora wî hebû. Me ya keça min nizanibû. “
 
‘Bila serê me û Abdullah Ocalan sax be’
 
Hatîce Durmuş di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Gelek kesên wek me hene. Em ne tenê ne. Em bi zarokên xwe serbilind in. Em ji doz û têkoşîna wan ne poşman in. Em di şopa wan de ne. Wek me bi hezaran kes hene. Bila serê me û serê Abdullah Ocalan sax be. Em ê di rêya şehîdên xwe de bin.”