Krîza aborî bandorek mezin li ser welatiyan dike

  • 09:04 5 Hezîran 2025
  • Ked/Aborî
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Esnafên jin der barê krîza aborî de axivî û gotin: “Her kes hatiye ber îflasê. Tevî cejnê karê me nabe. Ji 100 muşteriyan 10 heb dan û stanê dikin. Ji ber pere bi mirovan re tuneye. Em rojekê kar nekin nan tune em bibin mala xwe. Em nizanin ku wê ji vê krîzê re çareseriyek çawa bê dîtin.”
 
Krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê her diçe giran dibe û bandor li her qada jiyanê dike. Butçeya ji re tê veqetandin krîzê hîn bêtir giran dike. Berbi cejnê  welatiyên diçin dan û stanê destvala vedigerin. Esnaf diyar dikin ku qelebalix zêde ye lê firotin tuneye.
 
Esnafên jin yên Bazara Gel a Mezin ya li Wanê der barê krîzêde axivîn.
 
‘Her kes hatiye ber îflasê’
 
Ayfer Akdag Acar da zanîn ku 17 sale esnafe û got piştî erdhejê dukan xwe vekiriye û got: “Me gelek zehmetî kişandin lê ji sala borî de em pir zehmetiyan dikşînin. Bazara me sala borî şewitî. Piştî şewatê karê me jî qedya. Esnaf perîşan bûne. Tu kes nikare deynê xwe bide, qertên krediyan bidin. Gel hatiye ber îflasê. Tevî cejne karê me nabe. Qelebalixe lê kes tiştekî nagire. Gel ji bo gerê tên. Ji 100 muşteriyê 10 heb dan û stanê dikin. ji ber mirov bê perene.  Em wan jî fêm dikin. Ji ber em jî mexdurin û karê me nabe. Tevî cejne karê me qet nabe.”
 
‘Em rojekê nexebitin em nikarin nan bibin mala xwe’
 
Senem Çetîner jî got ji zanîngeha Yuzuncu Yilê ji beşa Radyoterapî mezun bûye û wiha domand: “Ez dukana xişir de dixebitim. Li vî welatî tayînkirin tuneye. Aborî niha pir xerabe. Em rojekê nexebitin em nikarin nan bibin malên xwe. Em neçarin bixebitin. Lê dixwazim pîşeya xwe bikim.  Krîza aborî bandorek mezin li ser me dike. Bi taybet li ser jinan dike. Di alî kar de ji bo jinan zêde derfet tune ne.”
 
‘Em nizanin wê ji vê krîzê re çareseriyek çawa bê dîtin’
 
Hanîfe Guzel ya 14 sale esnafiyê dike jî got salên nû dest bi kar kiriye jî zehmetî kişandiye lê niha zor û zehmetiyên hîn mezintir dijîn û wiha dirêjî dayê: “Piraniya esnafên pasajê mêr bûn. Ez yekemîn esnafa jin a pasajê bûm. Dema nû min dukan vekir çend xebatkarên jin hebûn. Yên din hemû mêr bûn. Piştî min çend hevalên din yên jin dukana dirûnê vekirin. Niha krîza aborî bandorek mezin li ser me dike. Jin mêr her kes bi bandor dibe. Em kozmetîk, bincilkan difroşin. Em nizanin wê ji vê krîzê re çareseriyek çawa bê dîtin.”