Mirov sosyalîst nayê dinê, mirov dibin sosyalîst 2025-10-17 09:06:56   "Sosyalîzm ne tenê mijara wekheviyê ye. Heman demê de hêza pêkanîna guherînê  jî ferz dike. Yên xwedî îdiaya şoreşê ne divê ewil ji xwe destpê bikin û guherînêpêk bînin. Yên bikaribin xwe biguherînin dikarin jiyana tasavur dikin ji bo civakan ava bikin û bibin model. Hemû zanyarên di dîrokê de li heqîqetê geriyane ewil ji xwe dest pê kirine û bi rêgeza ‘wek tê dîtin bin wek xwe bin’  tevgeriyane."   Fatma Koçak   ‘Pîvana sosyalîstbûnê ya mêrekî bi jiyana rast a bi jinê re pêkane’   (Ji peyama 8’ê Adara 2025’an a Abdullah Ocalan ji jinan re şandiye)   Şoreş diyardeyek e ku di demên kurt de di asteke rewşenbîrî de pêş dikeve, ku siyasî ji perspektîfa desthilatdariyê dixwîne, ku rasterast li dijî desthilatdariyê ye û gotara xwe li ser rizgariyê ava dike ye. Ya din jî li ser ya berê ya nû avakirine. Mayîndebûna şoreşê qebûlkirina nirxeke etîk a gerdunî ya azadiyê ye. Berdewambûna şoreşê girêdayê rêgeza azadiyê ye. Ev pêvajo feraseteke dîrokî ya li ser yekbûna têkiliya paşeroj û pêşerojê  ava dibe, ferz dike. Bi diyalektîkek rexnekirî ya dîrokî xwendina vê rêgaza herî rast e. Diyalektîfa rexneyî, ne di kategoriyên bûyeran de, rêbazeke watedarkirina veguherinê ye.   Sîmone Beauvoîr ku dibêje  nasnameya jinê ji aliyê pergala baviksalar ve wek  çîrokek civakî hatiye avakirinê ye. Sîmone Beauvoîr diyar dike ku zexta li ser jinê ne biyolojîk, pêvajoyek civakiye û 76 sal berê bi gotina ‘Mirov wek jin nayê dinê mirov dibin jin’ îfade kiriye. Tevgerên jinan ev gotin pêşxistine û teza ‘ya taybet polîtîke’ derxistine holê. Piştî vê gotinê, zayenda civakî ji ser desthilatdariyan hatiye lêpirsînkirin û têkiliya jin û mêr veguheriye qadeke têkoşîna polîtîk. Pirsgirêka azadiya jinê, di esasa dsthilatdarî- dewlet-mêr ve hatiye nîqaşkirin. Sazbûnê îdeolojîk yên polîtîkayê diyar dikin me dibe rastiya ‘ya taybet heman demê de îdeolojîke’. Azadiya jinê di asta dîrokî û teorîk de ji nûve ferz kiriye ku bê nirxandin. Di du sed salên dawî de di çarçoveya gotina rizgariyê de hinek pêşketin hebin jî pergala serdest kodên xwe ji nûve afirandiye. Tevgerên sosyalîst û pêşengên sosyalîst ev ji nûve girtine dest.   Tevgerên sosyalîst di dîrokê de di veguhertina civakê de rolên krîtîk lîstine. Tevgerên siyasî yên îroyî ji tecrubeyên berê xwedî bûne, kesên îdiaya rêbertiyê dikin, bi nêzîkatiyên çînî, qelsî û berjewendiyên xwe li pêş pergal acivak anû astengiyên mezin afirandine.  Tevgerên sosyalîst û pêşengên sosyalîst, wek pêşengên civaka pêşerojê bên dîtin jî, serkeftina wan girêdayê pîvana modala civakiye. Nêzîkatiya pêşengên sosyalîst a li hember jinan, ji ser qed û pirtûkan fêmkirin, analîzkirin zehmete. Du sedemên vê hene.   Sosyalîstên reel jî nav de, dema em nêrîna serdest ya mêr  a di dîrokê de digirin dest, sedema zehmetiya vê ya yekemîn li dijî rexneyane û helwestek xwe diparêzin dertê pêş. Li gorî vê nêzîkatiyê ‘her tişt dane jinê hîna çi bikin?’ an jî ‘ewil em dewleta sosyalîst ava bikin û pirsgirêkên jinan ji xwe di dewletê de tên çareserkirin’ esas hatine girtin.   Tiştên sedsala 20’an de li ber çavan bê girtin, ev mantik heta vê nokteyê bê fêmkirin jî, di tevgerên sosyalîst de azadiya zayenda civakî hatiye lêpirsînkirin. Jinên têkoşer yên ji tevgerên çep yên xwe wek femînîstên sosyalîst pênase dikin hatine lêpirsînên wan yên di vê mijarê de pir xurt in.   Sedema duyemîn û ya girîng jî modernîteya kapîtalîst di nivîsandina dîrokê de têkoşîna bindestan reş kiriye bi manîpulasyonê  birêve biriye. Mary Gabriel, Karl Marks û Jenny von Westphalen di pirtûka ‘Evîn û Kapîtal’ ku zewac, têkilî û nivîsandinan digire dest de bal dikşîne vê mijarê.  Dema em jiyana pêşengên sosyalîst digirin dest di hemûyan de propagandaya şerê sar û dogmatîzma çep a ji rexneyan dur, astengiya mezin a li pêş analîzane. Di tevgerên sosyalîst de pirsgirêkên din yên li pêşiya  destgirtin û rexnekirina rewşa jinê,  di navbera ‘sadaket’ û ‘redkirin’ de, di koka wê de nêrîna parçebûna çinî heye. Ev rastiyeke ku di 200 salên dawî de jinan jinan bi redkirina fikrên mêran destkeftî bidestxistine.  Di têkoşînên şoreşê de nedîtina jinan ne tesadufe, di şlana dawî de hiştin, wek hêz ne dîtin, parçeyek alavbûnê ye.  Li dijî vê redkirineke xurt a parçeyeke hişmenendiya femînîst a jinan derketiye holê.   Ji van ya yekemîn zexta li sre jinan ji nedîtîve hatiye dîtin; ya duyemîn hişmendiya jinê ji tevgera azadiyê dur hatiye girtin û bindestiya di pergala kapîtalîst a mêr de tê tunekirin. Ev aşkeraye ku hişmendiya ku rizgariya jinan fêm dike, jia liyê mêran ve hatiye binpêkirin. Her du jî dibêjin em taybtein. Çareserkirina xitimandina vê rewşê, hewldana ku ev bikeve rojevê û bê ziman parçeyek peywirê ye.   Ev globalbûnê divê bi nêrîna jinê bê dest girtin û nirxandina. Ya herî girîng jî gotina wekhevî û azadiyê di jiyanê de wek pîvan esas girtine. Xistina jiyanê ye. Mijara jinê di alî tevgerên sosyalîst de  di bernameyên partiyan de wek gotina ‘rizgarî’ hatiye sînorkirin. Ev wekhevî bi pîvanek mezin bi qanûnan xistine bin ewlehiya qanûnî. Lê dema ev nirxandin tê kirin sivê sînorkirin li ber çavan bên girtin.   Tevgerên sosyalîst bi rastî sosyalîst in? Fikrên sosyalîst di 200 salên dawî de gihiştiye forma rêxistin-sazîbûnê. Ligel vê  forma civakî ya ewil a mirovahiyê digihêje heta klanan. Reviya ewil a sosyalîzmê bi rêgezên jiyana kolektîf û azad a civaka dayikê heyî bûye. Seranserê dîrokê  gelek civakan  ev tecrube kirine. Têkoşîna jinan a li dijî civaka baviksalar a hezaran salî xwe dispêre paşerojeke dirêji. Di alî tevgerên sosyalîst a 200 salên dawî de di vê îdeolojiyê de jinan xwe çiqas heyî kirine? Mirov dikarin bêjin tevgerên sosyaslîst, sosyalîst bûne? Ji bo bersiva vê bê dayîn divê  dîroka tevgerên sosyalîst a di esasa jinan de bê analîzkirin.   Sosyalîzm ne tenê mijara wekheviyê ye. Heman demê de hêza pêkanîna guherînê  jî ferz dike. Yên xwedî îdiaya şoreşê ne divê ewil ji xwe destpê bikin û guherînêpêk bînin. Yên bikaribin xwe biguherînin dikarin jiyana tasavur dikin ji bo civakan ava bikin û bibin model. Hemû zanyarên di dîrokê de li heqîqetê geriyane ewil ji xwe dest pê kirine û bi rêgeza ‘wek tê dîtin bin wek xwe bin’  tevgeriyane.   Jin ji bo ji vê rewşa ku tên biçûkxistin xwe rizgar bikin divê zêdetir têbikoşin. Şoreş ne tenê mijara hezkirina mirov û hiş e. Heman demê de hêza guherînê ferz dike.   * Nîşe: Beşa duyemîn a nivîsê hefteya pêş wê bê weşandin.