Li rojnameger Oznur Deger salek û nîv ceza hat birîn 2026-10-06 17:36:12   MÊRDÎN - Li Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger ku ji ber nûçeya ku îdiayên îşkenceya li Nisêbînê hatiye jiyîn kiribû mijar dihat darizandin, salek û 6 meh ceza lê hat birîn.   5’emîn runiştina doza der barê Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê  Oznur Deger û berpirsê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akin ku ji ber nûçeya ku îdiayên îşkenceya  li taxa Marîne ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 26’ê Tîrmeha 2024’an de hatiye jiyîn û serlêdana sûc ya der barê  Wekîlê Fermandarê Cendermeyan a Qoserê Kamîl Akoy kiribû mijar, hatibû vekirin li 2’emîn DAdgeha Ceza Giran a Mêrdînê hat dîtin.   Parêzerên Oznur Deger Berîvan Orhan û Erdal Kuzu tevli runiştinê bûn.   Berîvan Orhan da zanîn ku di nûçeyê de qestiyek taybet tuneye û zimanê nûçeyê jî vê derdixe holê û beraata Oznur Deger xwest.   Salek û 6 meh cezayê girtîgehê   Piştî parastinan dadgehê biryar aşkera kir û der barê Oznur Deger de bi îdiaya ‘kesên di têkoşîna li dijî terorê hedef nîşandan’ salek û 6 meh cezayê girtîgehê birî.   Li Oslman Akin jî ji heman sûcî salek cezayê girtîgheê hat birîn, ji daxistina takdîrî ceza daxist 10 mehan û 5 sal pêkanîna dema kontrolê da.