Cezayê girtîgehê li rojnameger Oznûr Deger hat birîn 2025-10-21 12:10:15     MÊRDÎN - 3 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger hat birîn.    Di 7'ê Sibatê de li Qosera Mêrdînê polîsan bi ser mala Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger de girtin û piştre bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye hat darizandin. Rûniştina biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Parêzer û Oznûr tevli rûniştinê nebûn.    3 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger hat birîn.