Li Cizîrê şîn berdewam e: Dê konên şînê bibin konên jiyanê
- 12:46 26 Tebax 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê, şîna ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi beşdarî û serdana bi hezaran kesan berdewam dike.
Li Cizîrê di pêşengiya b Komeleya Piştevanî û Alîkariya Hevbeş a bi Malbatên Kesên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristanêyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER) de ji bo şervanên azadiya Kurdistanê ku jiyana xwe ji dest dn şîn hat danîn. Di şîna ku li pêşiya avahiya navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de tê lidarxistin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên jiyana xwe ji dest dane, li ser maseyan ligel gulên sor û alên bi rengên kesk, sor û zer hatin danîn.
Li cihê şînê pankartên bi nivîsên "Şehîdên me rûmeta me ne" û "Şehîd namirin" û her wiha posterên mezin ên ku wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser bûn, hatin daliqandin. Her wiha, pankarteke ku wêneyê Abdullah Ocalan û nivîsa "Tu yê ku rê nîşan dide yî; hêza te pîroz be" li ser bû, hate daliqandin. Çalakî bi beşdariya malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran welatiyên ji Cizîr û bajar û navçeyên derdorê, berdewam dike.
‘Em xwedî li rûmeta xwe derdikevin’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, di şînê de axivî û bal kişand ser kesên ku jiyana xwe ji dest dane û got: “Em xwedî li rabirdûya xwe derdikevin, ji ber ku em dizanin tenê bi vî awayî em dikarin pêşeroja xwe ava bikin. Me qet çav berdane mafên kesî û me ew maf ji destê kesî nestandine; me qet kes înkar nekiriye, zimanê kesî qedexe nekiriye, kes neçarî koçberiyê nekiriye û me axa kesî dagir nekiriye. Me her tim parêzvaniya jiyaneke bi rûmet, bihevrejiyan û azadiyê kiriye. Ev zarok ne tenê yên kesên li vir rûniştine, lê yên we hemûyan in. Divê bi vî awayî xwedî li wan were derketin û piştgirî bidin wan. Her ku em tifaqa xwe xurtir bikin, em ê karibin çarenûsa xwe biguherînin. Bila êdî dilê kesî bi xemeke wiha neêşe. Dayikên Kurd êşên mezin kişandine û ew naxwazin tu gel vê yekê bijî. Em ê konên xwe yên şînê veguherînin konên jiyanê. Em jiyaneke bi rûmet û bihevrejiyanê dixwazin. Em xwedî li rûmeta xwe derdikevin. Heta ku gel xwediyê hêz û qewetê be û xwe rêxistin bike, kes nikare li hember vê hêzê bisekine. Îro, gelê Kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêz e.”







