ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2026'AN

  • 09:00 3 Tebax 2026
  • Rojev
*Rojda Oncel da zanîn ku zarok li girtîgehan wê ji perwerde, têkiliyên malbat û hevalan qût bibin û girtina zarokan rîska travma, êrîşa zayendî û destdirêjiyê dihewîne. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka zanîngeha Kobanê Xeznê Îbrahîm anî ziman ku bi hezaran xwendekar li Zanîngeha Kobanê xwendina xwe dawam dikin, ji bo entegrasyonê nîqaş nehatine meşandin û got ku eger bikeve nava entegrasyonê jî wê Zanîngeh li gorî çand, ziman û nasnameya herêmê perwerdeya xwe dewam bike.  DÎMEN HEYE
 
*Piştî derbasbûna 26 salan, çîroka jiyana Esen Aslan ku xebatkara Ozgur Halkê bû û xwişka wê ya mezin Elîf Aslan ku du sal şûnda di oxira heman dozê de jiyana xwe ji dest da, bi rêya notên bavê wan Bakî Aslan ku cara ewil gihîştin ber dest, derketin holê. Ev nîşe şahidiya jiyana du xwişkan dike; jiyaneke ku bi sirgûn, girtin, zilm û têkoşîna ji bo çapemeniya azad hatiye şekilkirin.
 
*Kayyuş Çalikman bal kişand ser berpirsyariya dewletê ya di aştiya civakî de û daxuyakirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê sozên hatin dayîn divê bihata cih û li dijî gotinên nefretê jî divê ewlehiya qanûnî pêk bê. DÎMEN HEYE