Li Qûbînê jiyan li ser milê jinan mezin dibe
- 09:03 31 Tîrmeh 2026
- Jiyan
ÊLIH- Hamîde Bahadir ya jiyana wê li nav erdan derbas bûye, diyar dike ku keda jinan a nayê dîtin, jiyanê li ser piyan dihêle û got tevî hemû xizanî, şertên giran ên xebat û zextan tu carê dest ji têkoşînê bernedaye.
Navçeya Qubîn a Êlihê bi dîroka xwe ya hezaran salî, pir çandî û hilberîna çandî yek ji navendên herî girîng a herêmê ye û ji gel û baweriyên cuda re malovanî kiriye. Keşîşxaneya Mor Kîryakus ku yek ji berhemên herî girîng a mîrateya Suryanî ye, li Qûbînê cih digire û şopa wê ya civakî ya dîrokî heta îro tîne.
Keda nayê dîtin
Çavkaniya debarê ya navçeyê piranî çandinî û sewalkarî ye. Genim, ceh, nîsk, pembû û gelek berhemên din tên çandin. Barê herî giran ê vê li ser jinan e. Jin li nav erdan kedek mezin didin. Yek ji van jinan Hamîde Bahadir ya 72 salî ye.
Jiyanek li nav erdan derbas bûye
Hamîde Bahadir da zanîn ku bi salan e li nav erdan kedek mezin dide û got: “Ji biçûkatiyê de ez dixebitim. Jiyanek min a rehet tune bû. Em ewil li gundê Hergemo yê Hezo bûn. Piştre em hatin gundê Texerî yê Qûbînê. Em bi eslê xwe ji Sasonê ne. Me li wir cihê xwe firot em hatin Qûbînê. Em genim, ceh, nîskan diçînîn. Me her karek dikir. Niha em pîr bûne. Wek berê nikarim kar bikim.”
Hamîde Bahadir wiha dawî lê anî: “Em bi salan li nav erdan xebitîn. Tevî hemû zehmetiyan me dest ji têkoşînê berneda. Em her tim di bin zext û zilmê de bûn. Tevî hemû tiştî em ji navçeya xwe hez dikin. Dema di tekelê de dixebitîm min partî nas kir. Ev 30 sal e ez di têkoşînê de me.Ez ê ji vir şûnde jî bidomînim.”







