Arzu Firat:Kirdeya damezrîner a aştiyê jin in
- 09:02 31 Tîrmeh 2026
- Rojane
Devrim Findik
STENBOL- Endama PM ya DEM Partiyê Arzu Firat pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku hatiye qonaxeke nû nirxand û da zanîn ku aştiyeke mayînde bi îradeya jinê dikare ava bibe. Arzu Firat wiha got: “Jin di pêvajoyên şer de ne tenê mexdûr, bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ di her qadê de kirdeyên damezerîner in.”
Hevdîtinên heyeta Îmraliyê yên rêveberên AKP’ê re û sererastkirinên hiqûqî û siyasî yên çarçoveya pêvajoyê de tên rojevê, ji aliyê hemû civak û tevgera jinan ve tê şopandin. Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Arzu Firat der barê mijarê de axivî.
‘Sererastkirinên hiqûqî ewlehiya jiyana jinan e’
Arzu Firat destnîşan kir ku pêvajoyên aştiyê tenê ji bêdengbûna çekan an jî muzakereyên aktorên siyasî pêkan nînin û wiha anî ziman: “Aştiyeke mayînde di hîmê hiqûq, demokrasî û welatibûna wekhev de dikare bilind bibe. Bedela herî giran a pevçûnan jin didin. Reformên hiqûqî yên di rojevê de jiyana rojane ya jinan eleqeder dike. Sererastkirinên tên rojevê rêxistibûna ji nû ve ya jiyanê ye. Bendewariya jinan ev e ku mafên demokratîk bên berfirehkirin, demokrasî bê xurtkirin, mekanîzmayên têkoşînê bên berfirehkirin, polîtîkayên wekheviya zayendî esas digirin bên berfirehkirin.”
‘Bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ îradeya damezrîner’
Arzu Firat di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Aştiyeke mayînde bi tevlibûna mekanîzmayên biryarê ya jinan pêkan e. Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ rolek damezrîner li jinan bar dike. Divê xeta têkoşînê li ser van esasan bên avakirin. Di qada siyasî de; Divê di hemû pêvajoyên muzakereyê de, komîsyonên aştiyê, rêveberiyên herêmî û di parlamentoyê de nûneriya wekhev bê parastin û tevlibûna jinan bikeve bin ewlehiyê. Di qada civakî û aborî de; Divê li tax û gundan meclîsên jinan bên xurtkirin, kooperatîf û modelên hilberîna keda jinan esas digire, hîmê aştiyê bê avêtin. Di qada çandî de; Divê piştgiriya xebatên çandî ya bi zimanê dayikê bê kirin û bîra jinê ya bi çanda aştiyê xwedî dibe bê dîtin.
‘Têkoşîna li dijî tundî û mîlîtarîzmê’
Arzu Firat wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şer û pevçûn ji çanda serdest a mêr û mîlîtarîzmê xwedî dike. Gavên di alî aştiyê de tên avêtin, wê ji bo jinan qada firehiyê ava bike. Lê pêvajoya aştiyê bi tena serê xwe dawî li tundiya mêr nayne. Divê mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya jinan bên xurtkirin, divê stargeh bên zêdekirin û polîtîkayên bi bandor yên parastinê bi pêvajoya demokratîk re hevdem bê meşandin. Têkoşîna hevpar wê aştiyê jî mayînde bike.”







