Li Girtîgeha Evînê girtî di xeterê de ne
- 11:54 1 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Berdana Girtiyên Siyasî, da xuyakirin ku li girtîgehê ji ber belavbûna îdarî û kêmbûna pêdiviyên bingehîn, bi hezara girtî di bin xeterê de ne.
Li gorî raporên Komîteya Berdana Girtiyên Siyasî ya Îranê, rewşa Girtîgeha Evînê krîtîk e û bi xetera mirovî ya mezin re rûbirû ye.
Li gorî agahiyên ku komîteyê dane, li girtîgehê pergala îdarî belav bûye, persenol li cihê xwe nîn in û derî li ser mehkûman hatine girtin. Komîteyê bal kişand ku ji ber ku xwarin nayê belavkirin, kantîn hatine girtin û têkiliya girtiyan bi derve re nemaye, jiyana bi hezaran girtiyan di xeterê de ye.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û raya giştî hat kirin û hişyarî hat kirin ku ji bo hemû girtiyan, bi lezgînî, xwarin, av û xizmetên tendirustiyê werin dayîn; bi malbatan re bikaribin tekili daynin. Her wiha hat xwestin ku saziyên serbixwe li ser mercên li girtîgehê lêkolînan bikin







