Ji zindanê ber bi qadan ve: Piştî 32 salan 8’ê Adarê
- 09:03 27 Sibat 2026
- Rojane
Rojda Aydin
AMED – Fahriye Ceylan a ku 32 salan di girtîgehê de ma, piştî tahliyeya xwe cara yekem 8’ê Adarê li derve pêşwazî dike. Niha li qadên giştî dibe dengê têkoşîna jinan. Fahriye Ceylan li dijî tundiyê û ji bo azadiya jinan banga tevlîbûna 8'ê Adarê li jinan kir.
Piştî 32 salan a di siya deriyên hesinî de, ji bo Fahriye Ceylan dem cara yekem li derve diherike. Niha, piştî 32 salan cara yekem, Roja Jinên Cihanê ne li pişt têlên rêsayî, lê di nav dengên jinan, rîtma gavên wan û girseya azadiyê de pêşwazî dike. Ev 8’ê Adarê ne tenê rojek e; ew ê di dîrokê de wekê şahidiyek demdirêj a sebir, berxwedan û serkeftina domdar a têkoşîna jinan li dijî demê were binavkirin.
Fahriye Ceylan ku di sala 1993’yan de hate girtin û piştî 32 salan di girtîgehên cûrbecûr de hate girtin, dê îsal cara yekem Roja Jinên Cihanê bi awayekî giştî pîroz bike. Ji ber ku wê tevahiya jiyana xwe li pişt deriyên girtî dîtiye. Fahriye Ceylan a ku emrê wê 32 salan di girtîgehan de derbas bû, ji ber “poşmanî” qebûl nekir 8 caran înfaza wê hat taloqkirin. Fahriye Ceylan di 30’yê Kanûna 2024’an de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Alanyayê hat tahliyekirin.
Ji bo Fahriye Ceylan ku her 8’ê Adarê li girtîgehê bi hevgirtin, berxwedan û hilberîna kolektîf pêşwazî kiriye, 8’ê Adara îsal ne tenê pîrozbahiyek e; ew kombûnek dîrokî nîşan dide ku rihê demê, têkoşînê û berxwedana jinan li derve deng vedide. Fahriye Ceylan bi van hêstan ji ajansa me re axivî.
Di gelek girtîgehan de ma
Fahriye Ceylan bi lêv kir ku beriya salek û 2 mehan pêşî ji zindanê derketiye û ev tişt got, “Di nava hevalên xwe de ya ku herî kêm li girtîgehan geriyan ez im. Ez tevahî di çar girtîgehan de mam. Ez di girtîgehên Amed û Edene-Karataşê de demek kurt mam. Demên dinê jî di girtîgehên Êlih û Alanyayê de mam. Herî dawî ji girtîgeha Alanyayê hatim berdan.”
’32 sal mayîn di cihanê de mînaka wê nîne’
Fahriye Ceylan destnîşan kir ku mayîna 32 salan a girtîgehê ne hêsan e. Fahriye Ceylan da zanîn ku 32 salan mayîn di cihanê de mînaka vê yekê nîne û wiha pê de çû, “Li derve siyaset di çi qonaxê de derbas dibe bandora xwe li ser hundir jî dike. Ji ber vê yekê dema di siyasetê de aramiyek, ji hêla erênî de pêşketinek hebe ev erênî bandora xwe li ser hindur jî dike. Lê belê em piranî li ser erdnîgariyek ku gengeşiyê wê tu carî bi dawî nabin dijîn. Siyaseta wê jî li gor wê pir bi qeyran derbas dibe. Tişta herî zehmet jî ya di girtîgehê de ya ji hêla derûniyê ve ye. Bûyerên ku li derve diqewimin mirov di hindûr de, li hember wan wekî temaşevan dimîne. Tu tiştek ji destê mirovan nayê ku mirov dahilê wê bûyerê bibe yan jî bertekên xwe nîşan bide, bikeve nava helwestekê. Ji ber wekî guhdarvan û temaşevanekê dimînî ev pir zehmet dibe. Aliyê dinê jî li tu deverê mirov ev qas bi xwe re rû bi rû namîne. Di girtîgehê de mirov 24 saetan bi xwe re rû bi rû dimîne. Gava mirov bi van zehmetiyan re rû bi rû tê neçar dimînî vîn û hişmendiya xwe xurtir dikî.”
‘Girtîgeh ji bo me Akademiya Mazlûm Dogan e’
Fahriye Ceylan a ku got “Zindan di dîroka têkoşîna me de tu carî wekî zindan nehatiye pênasekirin” û bi lêv kir ku nasîna wê ya bi girtîgehê re dema 11 salî bûye bavê wê hatiye girtin bûye. Fahriye Ceylan da xuyakirin ku zindan weke “Akademiya Mazlûm Dogan” hatiye pênasekirin û got, “Evqas saleke ku me derbas kir û heta roja me ya îro jî me hewl daye ku binê vî navî dagirin bi sekn û hewldana xwe. Ev wate hatiye dayîn û ji bo layikê wê wateyê derbikevin em ketine nava hewldanekê. Em li dijî zor û zehmetiyan bi vê hişmendiyê derketin.”
‘Min herî zêde bêriya xweza û asîman kir’
Fahriye Ceylan teqez kir ku girtîgeh ji ber ku cihekî bi sînor e mirov ji gelek tiştan mehrûm dimîne û ev tişt anî ziman, “Lê belê têkiliya mirovan bi mirovan re didome. Cihekî teng û asteng be jî ev têkilî didomin. Li gor hinek hevalan ez gelek bi sihûd bûm, ji ber ku ez ne bi tenê bûm, ez her gav di nava koma jinan de bûm. Ji ber vê yekê di hêla mirovan de pirsgirêk zêde tunebû. Lê belê di hêla xwezayê de em jê mehrûm bûn. Ji ber vê yekê tişta herî zêde mirov bêriya wê dike xweza ye. Mirov beriya tevahiya xwezayê dike. Şînkayî, xweza, av û heta asîmanên wê mirov bêrî dike. Ji ber ku di girtîgehê de mirov asîmanan hema bibêje nabîne. Dîtina asîmanan bi sînorê dîwaran ve girêdayî ye. Xweza ji bo min tişta herî zêde min bêrî dikir bû.”
‘Ji bo 8’ê Adarê me di hindur de pîrozbahî dikir’
Fahriye Ceylan di berdewamiya axaftina xwe de behsa pîrozbahiya 8’ê Adarê ya 32 salan kir û bi lêv kir ku bandora jimarê li ser pîrozbahiyê çêdibe û wiha behs kir, “Hejmara me carinan heta 40’î derdiket. Jimar çiqasî zêde be şahî jî ew qas xweştir derbas dibû. Li derve jî bi vî rengî ye elbet. Dema jimara me zêdetir bû ew pergaltir û xweştir derbas dibû. Pîrozbahiyên me saetan derbas dibû. Beriya ku ew roj bê mehek an jî du meh pêş de amadekariyên wê dest pê dikirin. Naveroka pîrozbahiyan gelemperî dişibiya hevdu. Bernameyên şano, skeç, kurteşano û koro dihatin amadekirin. Her wiha helbest û çîrok dihatin amadekirin. Ji bo wateya wê rojê û pîrozbahiyê hemû bername di vê çarçoveyê de dihatin amadekirin û di roja xwe de dihatin pêşwazîkirin. Piştî çalakî û şehadetên heval Zîlan, Sema û Sara hem di aliyê têkoşînê de pir bandor dikir û hem jî di rojên pîrozbahiyan de û bi taybetî di 8’ê Adarê de wateya rojê û hem jî sekna jinê bandor dikir. Mirov hewl dide ku naveroka wê rojê pirtir dagire.”
Cara yekem dê tevlî 8’ê Adarê bibe
Fahriye Ceylan a ku ji roja derketiye vir ve cara yekem dê li derve 8’ê Adarê pîroz bike got wê rojê jinên ku bi girseyî bên ligel hev dê ji bo wê cudatir be. Fahriye Ceylan, wiha domand, “Cara yekem e ez ê tevlî pîrozbahiyek bi vî rengî bibim. Ez ji sala borî îsal kelecantir im. Ji ber ku sala borî ji ber hin astengî derketin ez nikaribûm beşdarî pîrozbahiyê bibim. Her wiha qonaxa ku em niha tê de derbas dibin ji bo min qonaxeke pir taybet e. Ji ber ku bûyerên ku li Rojava û Rojhilat pêk hatin bi bandor bûn. Mirov nikare bibêje bi tenê şahiyeke û dê wisa derbas bibe. Ti carî tiştek bi serê xwe nîne. Hertişt bi û pêşerojê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê 8’ê Adarê divê mirov bi dîrokê û pêşerojê ve bihûne rojeke girîng e. Ez bi tenê wek rojeke pîrozbahiyê lê nanêrim. Dîroka 8’ê Adarê hemû kes dizane ji ku ve tê. Ev roj bi têkoşînê derketiye holê. Belê em wek şahî pênase dikin, lê di encama têkoşînekê de ev şahî derketiye holê. Hemû têkoşînên me jî bi têkoşînê têne pênasekirin. Bi vî awayî girîng dibînim. Jinên ku di wê rojê de tên ligel hev û yên ku beşdarî vê şahiyê jî dibin xwedî hişmendî û lêgerînekê ne. Ev yek jî hêza jinê derdixîne holê. Ji ber ku mirov zane kesên beşdarî wê şahiyê bibin xwedî daxwazekê ye. Çiqasî hejmar zêde be hêz jî pêre zêde dibe. Hêza jinê di rojên wisa de derdikeve holê. Ev yek jî tiştekî xweş e ku mirov bibe şahidê hêz û têkoşîna jinan.”
Girîngiya pêvajoyê û 8’ê Adarê
Fahriye Ceylan di dirêjiya axaftina xwe de destnîşanê pêvajoya çareseriyê ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, kir û diyar kir ku di Civaka Aştî û Demokratîk de rista jinan rista sereke ye. Fahriye Ceylan wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ev yek ji aliyê Serokatî ve jî wisa hatiye pênasekirin. Yê ku jiyanê diafirîne û jiyanê li ser piyan digire û jiyanê dide meşandin jin e. Ev di hemû civakan de bi vî rengî ye. Di dîrokê de jî wisa ye. Ev ne bi tenê peyvek an jî teoriyek e. Rist û mîsyona jinê û ya jiyanê yek e, hemû tişt jî ji destpêkê ji jinan tê xwestin. Serkeftin û meşandina vê têkoşînê jî destpêkê ji jinan tê xwestin. Mirov dikare bibêje ku bar û risteke giran e û hem jî girîng e. Jin vê yekê neçar in ku bikin. Ji bo ku bikaribin hebûna xwe bidin domandin û jiyanê watedardir bikin ev yek pêwîst e. Ji ber vê yekê neçar in têkoşînê bimeşînin û ristê bigirin ser xwe. Belê neçariyek e, lê di nava neçariyê de nava xwe de hebûnê jî watedartir dike. Mirov dikare bêje ku ev me eleqedar nake û em li pêşeroja xwe binêrin, an jî di nava sînorên hatine diyarkirin de jiyana xwe bidomînin. Lê belê yên ku li pey wateya jiyanê be hinekî jî ji vê dilşadiyê sûdê digire. Ev tiştekî şanazî û serbilindiyê ye. Ji ber ku di nav xwe de wateyên pir girîng û bilind dihewîne. Ji ber vê yekê di pêvajoyek bi vî rengî de mîsyonek wisa girtina ser xwe û ketina nava hewldanek bi vî rengî li gor min ne bi tenê ji bo erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, di cihanê de jî pir qedirbilind e. Hêja ye ku mirov jê şanaz be. Belê me bedelê wê pir daye. Ji bo wan bedelan be jî divê em şanaz û serbilind bin. Ev jî tiştekî pir qedirbilind û girîng e.”
Peyama 8’ê Adarê
Fahriye Ceylan di dawiya axaftina xwe de got ev têkoşîn ya jinan e û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Mirovên ku di nav vê têkoşînê de ne di ferqa wê zanînê de ne û li gor wê tevdigerin. Jinên ku dilê wan bi vê têkoşînê re ye nikarin yek e yek tevlî bibin. Pirsgirêkên bi vî rengî hene. Ez dibêjim bila saziyên me derfetê bidin çêkirin ku jin bikaribin ji nava malên xwe derbikevin. Ev yek girîng e. Hêzeke xurt li qadan heye. Lê jimarek mezin jî di nava malan de ye. Ji bo vê yekê divê jinên dinê xebatek baş bimeşînin ku ew jinan ji malên wan derxînin. Heta ew jin ji malên xwe neyên derxistin dê heza me nebe yek. Astengî hene. Lê mirov dikare bi awayekî wan ji malên xwe derbixe. Bila jin pirtir bikaribin bigihijin hev. Hêz û hezkirina xwe bikin yek. Qasê ku tê xwestin yekîtî nehatiye çêkirin. Ez vê yekê ji bo erdnîgariya me dibêjim. Ji bo Rojhilata Navîn û cihanê jî divê dîplomasiyek xurt hebe. Tiştên ku bên kirin diyar in û hewldan jî hene. Divê ev hewldayîn her roj xurttir bibin ku em bikaribin li herêma xwe aştiyekê bidin çêkirin. Yên ku garantorê demokrasiyê ne jî jixwe jin in. Jin dema di nav xwe de bikaribin vê yekê bidin sazkirin dê ev li herêmê jî belav bibe. Ez roja me li hemû hevalên xwe pîroz dikim.”







