Yên sala malbatê îlan kirin nabînin ku kujer bav, bira û hevjîn e
- 09:02 27 Sibat 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN - Parêzer Jiyan Ozkaplan der barê qetilkirina jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê de axivî û got: “Li aliyekî dibêjin sala malbatê li aliyê din em dibînin ku gumanbar ji nava malê ne. Divê bi vê rastiyê re bên rû hev. Jinê çima întîxar kiriye? Di vir de kî sûcdar e. Dewlet û yên tundiyê dikin sûcdar in.”
Qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin û li gorî çeteleya ajansa me ya meha çilê herî kêm 15 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 9 jin û 3 zarokî bi guman jiyana xwe ji dset dan. 10 salên pêş me sala malbatê hat îlankirin lê kujerên ji malê ne bav, bira, hevjîn jî ji nedîtî ve tên. Ev jî qetilkirinan zêde dike.
Cigira Serokê Baroya Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan der barê mijarê de axivî.
Gumanbar ji malbatê ne
Jiyan Ozkaplan da zanîn ku kuştina jinan encama newekheviya zayenda civakî ye û got: “Dewlet li gorî mevzuatên netewî û navneteweyî divê mafê jiyanê biparêze. Lê em li pratîkan dinêrin hiqûq tenê li ser kaxizane. Divê dewlet berpirsyariyan bîne cih. Li welat newekheviya zayendî giran bûye. Ya vê xwedî dike jî mekanîzmaya darazê ye. Sedema zêdebûna cînayetan polîtîka bêcezahiştinê. Gumanbar ji van biryaran cesaretê digirin. Ji bo rewşa baş û tahrîka bêmaf senaryo tên afirandin û ev sedema daxistina ceza tên qebûlkirin. Gumanbar yên ku jinan berbi întîxarê ve dibin, bav, bira û hevjînin. Divê bi vê rastiyê re bên rû hev. Li aliyekî sala malbatê îlan dikin li aliyê din jî em dibînin ku gumanbar kesên ji malbatrê ne.”
Jin çima întîxar dikin?
Jiyan Ozkaplan got ji ber pêknehatina polîtîkayan qetilkirina jinan zêde bûye û wiha pê de çû: “Divê dewlet berpirsyariyên xwe bîne cih û îfadeyên jinan esas bigirin. Dewlet berpirse ku pêşî li tundiyê bigire, tundiyê rawestîne. Jin di bin tundiyeke mezin de ne. Mekanîzmayên ku jin serî lê didin divê îfadeya jinan esas bigirin. Lê em dibînin ku ji vê astê de bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev. Em dosyayê mirinên biguman yên wek întîxar derbas dibe dipopînin. Çima jinê întîxar kir? di vir de sûcdar heye. Sûcdar dewlet û yên tundiyê pêk tînine. Em li paşeroja mirinên biguman binêrin tê dîtin ku ew berbi întîxarê ve birine.”
Jiyan Ozkaplan di dawiya aaxaftina xwe de daxuyakirin ku li Wan û herêma Serhedê wek Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê gelek dosyayan dişopînin û lê li dadgehan daxwaza tevlibûna wan her tim tê redkirin. Jiyan Ozkaplan daxuyakirin ku divê li dijî tundî û qetilkirinê tu kes bê deng nemîne û got: “Divê mijarê deberpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî. Ji bo pêşîgirtina tundiyê divê di têkoşîna li dijî tundiyê tevgereke rast hebe. Divê tenê li ser kaxizê nemîne. Divê tedbîrên bi bandor bên girtin. Ji bo vê jî divê xebat bên meşandin. Jinên tundiyê dibînin dikarin li navendên mafên jinan, rêxistinên jinan û komeleyên jinan bidin.”







