HTŞ’ê êrişî girtîgeha Reqayê kir: Dixwazin DAIŞ’iyan rizgar bikin!
- 13:26 19 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên hikumeta demkî êrişî girtîgeha Eqtan a çeteyên DAIŞ’ê tê de ne kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku çeteyên hikumeta demkî êrişî girtîgeha Eqtan a li bajarê Reqayê kirin ku bi sedan DAIŞ’î tê de hene.
QSD û YPJ’ê diyar kir ku êrişa li ser girtîgehê bi dronan û çekên giran tên kirin.
Şervanên QSD û YPJ’ê bersiva êrişê didin û diyar kirin ku ew ne berpirsên encamên van êrişan ne.







