Girtiyên siyasî yên jin dest bi greva birçîbûnê dikin

  • 09:08 8 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî raporek Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Werîşe Mûradî û Zeyneb Celaliyan jî di nav de girtiyên siyasî yên ku li girtîgehên cuda yên Îranê ne, dê bi greva giştî ya li Kurdistanê re dest bi greva birçîbûnê bikin.
 
Li gorî raporek Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, girtiyên siyasî Werîşe Muradî, Zeyneb Celaliyan, Sekîne Pervane, Metleb Ahmediyan û Parîsa Kemalî ku li girtîgehên cuda yên welêt têne girtin, ragihandin ku ew ê roja sibê hevdemî greva giştî ya li Kurdistanê ye, dest bi greva birçîbûnê bikin.
 
Li gorî vê çavkaniyê, ev çalakî ji bo hevgirtina bi greva giştî re û wekî nerazîbûnek li dijî şert û mercên heyî tê lidarxistin. Derbarê dema greva birçîbûnê an jî berteka rayedarên girtîgehê de hîn ti agahîyên teqez nehatine dayîn.
 
Di rojên dawî de, greva giştî li Rojhilatê Kurdistanê bi bangên berfireh berdewam kiriye û hin nûçe hatin weşandin ku bazar hatine girtin û hin karsazan li hin bajarên herêmê xebatên xwe rawestandine.