Jin ji bo jiyan û aştiyê di 10’ê Çile de li Enqereyê ne

  • 09:05 8 Çile 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Jin li dijî hedefgirtina mafê jiyanê, şer, tundiya mêr û polîtîka bêcezahiştinê 10’ê Çile de li Enqereyê di mîtînga jinê de wê gotina hevpar bînin ziman.
 
Ji aliyê jinan li dijî hemû zext, tundî, xizanî, bêdadî û qetilkirinan wê 10’ê Çile de saet di 12.00’an de li Qada Tandogan bên gel hev û Mîtînga Jinan a Mezin pêk bînin.
 
Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) Duygu Ozbay der barê mîtîngê de axivî û gel vexwendiyê mîtîngê kir.
 
‘Em ê daxwaza aştiyê bilind bikin’
 
Duygu Ozbay da zanîn ku yên herî zêde ji şer bandor dibin jinin û got: “Em 10’ê Çile de bi hemû saziyên jinan re wê li Qada Tandogan a Enqereyê mîtîngê pêk bînin. Em ê li dijî şer, xizanî, binpêkirina kedê û ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. Di hemû pêvajoyên tên jiyîn de rola pêşeng a jinan girînge. Em dizanin ku bi îradeya jinan pêvajoyên aştiyê watedar dibin.”
 
Ne jin gumanbar tên parastin
 
Duygu Ozbay balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û got ji ber qanûn jinan naparêzin jin li her derê bi rehetî tên qetilkirin û wiha domand: “Di vê mîtîngê de tevlibûna jinan ji bom e girînge. Ji bo tesîskirina aştiyê ji bo aştiyeke mayîn de tevlibûna mîtîngê ji bome girînge. Ji bo qanûna 6284 bi bandor pêk bê ji bo Peymana Stenbolê ji nûve bê em ê daxwazên xwe li wê rojê li qadan bînin ziman. Qanûnên ku jinan diparêzin li vî welatî tên feshkirin. Yên heyî jî pêk nayên. Lê qanûnên ji bo parastinê dikarin pêşî li pirsgirêkan bigirin.”
 
Ji bo mîtîngê bang
 
Duygu Ozbay bang li hemû jinên ku jiyaneke azad û wekhev dixwazin kir û wiha dawî lê anî: “Em bang li hmû jinên ku dibêjin ‘ez jî dixwazim bijîm, ez jî dixwazim bi keda xwe azad bibim, ez jî dixwestim wekhev bijîm, dixwazim beramberê keda xwe bigirim’divê di 10’ê Çile de li mîtînga mezin a jinan de cih bigirin.”