DEM Partî bi rojeva ‘pêvajo, Îran û Sûriyeyê’ dicive

  • 10:49 7 Çile 2026
  • Rojane
ENQERE - MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên li Sûriye û Îranê bicive. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro saet di 10.30’ê de li navenda giştî bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bicive. 
 
Di civîna ewil sala nû de yek ji rojevên sereke jî qonaxa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiyê ye. Di vê çarçoveyê de dê li ser rapora hevpar a tê payin komîsyona li Meclisê amade bike, verasetkirinên qanûnî yên di çarçoveya raporê de û serenavên cuda bi berfirehî bên nîqaşkirin. Di civînê de her wiha dê geşedanên dawî yê li Sûriye û Îranê jî bên nirxandin.