'Lî gîrtîgehan binpêkirin zêde dibin'

  • 09:05 7 Çile 2026
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
RIHA - Parêzer Denîz Akyildirim binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û wiha got: “Di dewleta hiqûqê ya demokratîk de binpêkirina mafan, dijhiqûqîbûn nabe ku bibin hincet. Em Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên mirovan a TBMM’ê vedixwînîn peywirtê.”
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê  binpêkirinên mafan her diçin giran dibin. Raporên der barê şertên jiyanê ya girtiyên siyasî, rîska jiyan û tenduristiyê ya li girtîgehan carek din anî rojevê.
 
Li gorî rapora ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatiye amadekirin li Tirkiye û Kurdistanê hejmara girtiyên nexweş yên hewcedarê lênerînê ne  hezar û 412 ye lê ji van tenê 355 di rewşa cidî de tên dîtin.
 
188 girtî divê her tim di bin kontrolê de bin
 
Ji girtiyên nexweş 230 heb nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin û 105 heb her tim hewcedarê piştgiriyê ne. Herî kêm 188 heb divê her tim bin kontrola tibî de bin.
 
Bang bê bersiv tên hiştin
 
ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroyan di 2025’an de der barê binpêkirina mafan de rapor amade kirin û bi rayagiştî re parve kirin. Lê bangên hatin kirin ji aliyê saziyan ve bê bersiv hatin hiştin.
 
Endama OHD’a Rihayê parêzer Denîz Akyildirim der barê mijarê de axivî.
 
Denîz Akyildirim da zanîn ku di ser kapasîteya koxuşan re girtî tên girtin û aktîvîteyên civakî tên astengkirin. Denîz Akyildirim wiha anî ziman: “Di hevdîtinên me bi girtiyan re kirin de hat ragîhandin ku her tim lêgerîn tên kirin û berhemên li kantînan tên firotin tên desteserkirin û bi hinceta qedexe ne cezayên dîsîplînê tên birîn. Alavên li kantînan tên firotin dibin hinceta dîsîplînê. Gelek girtiyên nexweş hene. Dermnakirina van girtiyan tê astegnkirin. Dema sewqê nexweşxaneyan dikin bi kelepçeyan dibin. Dî dema dermankirinê de jî vekirina kelepçeyê ji însiyatîfa doktoran re tê hiştin.”
 
‘Li hinek koxuşan kalorîfer naxebitin’
 
Denîz Akyildirim ev tişt bi lêv kir: “Yek ji pirsgirêka herî mezin ya germbûnê ye. Bi kalofîreran germ dibe lê di hevdîtinan de girtiyan diyar kirin ku kalorîfer di saetên diyarkirî de dixebitin. Saetên din jî girtî ne. “
 
‘Pirsgirêka herî mezin a tenduristiyê ye’
 
Denîz Akyildirim  got ji ber girtiyên nexweş di dema xwe de nayên dermankirin nexweşî pêş dikevin û wiha domand: “Yek ji pirsgirêka herî mezin a li girtîgehan binpêkirina mafê tenduristiyê ye.Di şertên girtîgehan de dermankirin ne pêkane. Ji ber vê jî dema wê de mudaxaleyê girtiyên nexweş nayên kirin û derman nayên peydakirin. Ev jî dibe sedema pêşketina nexweşxaneyan. Di sewqkirina nexweşxaneyan de pirsgirêk tên jiyîn. Li girtîgehan hewcedarî li gorî girtiyên mêr teşe dibin. Ji ber vê jî girtiyên jin pirsgirêkan dijîn.”
 
‘Em vedixwînin peywirtê’
 
Denîz Akyildirim di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Di dewleta hiqûqê ya demokratîk de binpêkirina mafan, dijhiqûqîbûn nikare bibe hincet. Em Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên mirovan a TBMM’ê vedîxwînin peywirê..Divê demildest ji bo girtiyan bikevin hewldanan.”