Kiryarên destdirêjiyê hatin girtin

  • 13:33 12 Kanûn 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Du kesên li navçeya Midyada Mêrdînê destdirêjî li jineke kiribûn hatin girtin.
 
Derket holê ku çendek roj berê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê destdirêjî li jineke hat kirin. Li gorî agahiyên hatine piştî giliyê bûyer derket holê û lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî ku û nasnameyên van şexsan hatin tespîtkirin 4 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin piştî karûbarên îfadeyên yên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Bi dawîbûna karûbarên îfadeyê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
 
Dadgeriya Cezayên Sulhê ji bo 2 kesan biryara girtinê û ji bo 2 kesan jî biryara kontrola edlî da.
 
Hat zanîn ku lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.