Rêveberên herêmî yên Wanê hatin gel hev
- 16:01 9 Kanûn 2025
- Rojane
WAN - Bi pêşengiya Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk û GABB, rêvebirên polîtîkayên jinan ên di nav şaredariyan de civînek ji bo parvekirina tecrûbeyên xwe yên du salan li dar xistin.
Bi pêşengiya Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk û Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anatoliyê (GABB), rêvebirên polîtîkayên jinan ên di nav şaredariyan de civîna parvekirina tecrûbeyên xwe yên du salan li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê li dar xistin.
Hevseroka GABB'ê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, Lijneya Jinan a Bajêr ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk, endamên meclîsa jinan, rêvebirên jin û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdar bûn.







