ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 9 Kanûn 2025
- Rojev
*Rakirina statuya "çem" a xeta Çemê Dîcleyê ya 100 kîlometreyî ku di Amêdiyê re derbas dibe, hişyariyên dubare yên UNESCO'yê û zirara ekolojîk a ku bi lez û bez zêde dibe, rihên jiyana Mezopotamyayê dixe nav krîzek bêveger. DÎMEN HEYE
* Endama Meclîsa Giştî ya HDK'ê Ayşe Ozdamar tekez kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "nîşaneyek sembolîk û siyasî ya azadiya gelê Kurd e" û got, "Heta ku ev pêvajo nebe daxwaza hevpar a gel, ti qanûn bi serê xwe dernakeve holê." DÎMEN HEYE
*Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de axivî û got ku konferansê pêwîstiya nîqaşên li ser aştî û demokratîkbûnê û hebûna îradeyek kolektîf ji bo çareseriyê eşkere kiriye û tekez kir ku "mafê hêviyê" û demokratîkbûn û entegrasyon di navenda rûniştinan de ne. DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê ji bo balkişandina ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî misoger bikin, wê li 10 bajarên cuda di heman demê de civînên çapemeniyê li dar bixin. DÎMEN HEYE
*Kewe Işik, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, diyar kir ku ew ji bo ku pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" li ser eksena demokratîk pêş bikeve, amadekariyên gaveke nû dikin û divê Abdullah Ocalan mafê xwe yê hêvîkirina pêşxistina pêvajoyê bi kar bîne û got ku heta ku ew azad nebe, azadî nayê van axan.DÎMEN HEYE







