ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 18 Mijdar 2025
  • Rojev
 
* Fermandara YBŞ-YJŞ'ê Viyan Hebabî, diyar kir ku rola herî mezin a YBŞ-YJŞ parastina civaka êzidî ye û got: "Felsefeya Rêber Apo ji bo me destpêkek nû û xwe nûjenkirin e. Civaka êzidî bi felsefeyeke wiha xwe ji nû ve diafirîne û dike yek" û da zanîn ku çi dibe bila bibe, dê parastina civaka xwe bidomînin. BI DÎMEN 
 
*Eda Bazencir bal kişand ser tiryak û fihûşê ya li dijî ciwanan û got, "Her çend tedbîrên teserûfê rê li ber mekanîzmayên ku em dixwazin bicîh bînin bigirin jî, divê em bi rastî rêbazên xwe bi meclîsên taxan re bibînin." BI DÎMEN