‘Divê em hişmendiya jinan bixwe re heps nekin’

  • 09:03 12 Mijdar 2025
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Endama SKM’ê Fethiye Ok da zanîn ku tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û got: “Em jin divê hişmendiyê bixwe re heps nekin û vê berfireh bikin û bi jinan re bînin gel hev.”
 
Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, tundiya li ser jinan her ku diçe mezin dibe. Tundiya li ser jinan ku roj bi roj zêde dibe, jin û rêxistinên jinan li dijî vê têkşoşîna xwe mezin dikin. Li dijî tundiyê pararastin her tim tê pêşniyarkirin.
 
Endama Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Fethiye Ok, da zanîn ku yek ji çareseriyên li dijî tundiyê xweparastina kesane ye.
 
‘Her cureyê tundiyê li jinan tê kirin’
 
Fethiye Ok diyar kir ku ber bi 25’ê Mijarê  li dijî tundiya li ser jinan li her derê jin têkoşînê mezin dikin û got: “Bêyî daxwaza jinan her tişta tê kirin tundî ye.  Îro  bi rêya dijîtalê jî tundiya dîjîtal jî zêde bûye. Jin tundiyê bi teşeyên cuda dibînin. Li hember jinan êrîşên cidî hene. Li dijî vê divê çi bêkirin. Divê kes bêdeng nemîne, tundiyê deşîfre bikin. Ev girîng e.”
 
‘Divê dersên parastinê bên dayîn’
 
Fethiye Ok destnîşan kir ku jin herî zêde di alî xizaniyê de bi tundiyê re tên rû hev û ev tişt anî ziman: “Xizanî her diçe mezin dibe û ev bandorê herî zêde li jinan dike. Ev xizanî bi xwe re tundiya psîkolojîk jî tîne. Ev tenê  wek tundiya psîkolojîk namîne di heman demê de ya fîzîkî jî tê meşandin. Divê jin li dijî vê bêdeng nemînin û îtîraz bikin.”
 
‘Rastiyeke me ya wek şoreşa jinan hey’
 
Fethiye Ok di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Hişmendiya zayenda jinan îro bi fikra şoreşa jinan didome. Mînaka vê ya herî şênber şoreşa Rojava ye. Rastiyeke me ya wek şoreşa jinan heye.Em ji wir hêzê digirin. Ev gelek girîne. Jinên têkoşînê dimeşînin divê xwe bigihînin jinên din. Divê di alî hişmendiyê li dijî tundiyê de em xwe bigihînin jinan. Peywirên girîng dikevin ser milê me. Di vî alî de divê em xebatan bimeşînin û em neçarin bi ser kevin.”